Ararat: Sevê û hevalên wê rêberên gel bûn

Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat got, 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Silopiyayê di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn rêberên gel in.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat, siyasetmedarên Kurd Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên sala 2016'an li Silopiyayê di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin kuştin, di salvegera komkujiyê de bi bîr anî. Ararat li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

BI BERPIRSYARIYA PÊŞENGIYÊ

Ararat işaret bi pêşengiya mezin a jinan a dema berxwedana xwerêveberiyê kir û destnîşan kir ku Sevê, Pakîze, Fatma û Asyayan jî di têkoşîna azadiyê ya Tevgera Jinê de bi berpirsyariya pêşengiyê rabûne. Ararat got, "Hem ji bo afirandina rêxistinbûna civakî, hem ji bo birêxistinkirina sîstema xweseriya demokratîk û parastina wê, gelekî hewl dan, ked dan û têkoşiyan. Hevalên Sevê, Fatma û Pakîze hem li nava têkoşîna azadiya jinê, hem jî di têkoşîna azadiya civaka Kurd de kedeke mezin dan. Ji ber vê yekê gelê me ev hevalên jin weke rêberên gel bi nav kirin. Bêguman navê van hevalên me derdikevin pêş û tên bîranîn, lê belê tevî wan, bi sedan jinên Kurd, dayikên Kurd, ciwanên kurd di berxwedana xwerêveberiyê de bi lehengiyeke mezin têkoşiyan û bi lehengî tevlî nava karwanê şehîdan bûn."

DEMA WAN NÊZÎ HEV E

Ararat dema Komkujiya Parîsê bi bîr xist ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê hatin kuştin û anî ziman ku dema komkujiya Parîsê û Komkujiya Silopiyayê gelekî nêzî hev in û peyamên her du komkujiyan jî yek e. Ararat got, "Ev peyam ji Tevgera Jinên Kurd û hemû jinên ji bo azadiyê têdikoşin bû. Peyameke hêzên faşîst bû ku da jinên dildarên azadiyê, jinên ji bo azadî û rizgariya gelan têdikoşin."

EN NEÇAR IN JI XWE BAWER BIN

Evîndar Ararat bi bîr xist ku hemû cîhan û saziyên navneteweyî li pêşberî komkujiyên hov ên di berxwedana xwerêveberiyê de hatin kirin bêdeng ma; heta niha komkujiya li Parîsê jî hewl tê dayin bê nixumandin û wiha dewam kir: "Di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de mîna kuştina hevalên Sevê, Fatma û Pakîze, li pêş çavên tevahiya cîhanê bi sedan jin, ciwan û zarok hatin kuştin, li jêrzemînên avahiyan hatin înfazkirin, lê belê cîhan bêdeng ma. Bêguman ev yek peyamek ji gelê Kurd, ji jinên Kurd, ji me re bû. Em neçar in xwe bispêrin hêza xwe. Heta ku em xwe bi rêxistin nekin, em bi hêza xwe tênekoşin, wê têkoşîna azadiyê bi ser nekeve. Têkoşîna azadiyê bi xwespartina li hêzên cuda, bi bendewariya ji dewletan nameşe. Em vê mesajê bi vî rengî dixwînin. Wan, ji bo çavtirsandin, teslîmgirtin, şikandina îradeyê û tasfiyeyê ev komkujî kirin."

TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ TESLÎM NAYÊ GIRTIN

Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya rêxistinbûyî ya gelan ti carî teslîm nayê girtin û got, "Em weke jin û gelê Kurd, weke hêzên ku ji demokrasiyê û azadiyê bawer dikin û li dijî faşîzmê li ber xwe didin, ji vê yekê piştrast in; her ku em bibin yek, xwe bi rêxistin bikin, têkoşîna xwe radîkal, kûrtir û berlavtir bikin, wê faşîzm têk biçe. Sîstema ji serweriya mêr, saziyên wê, hêza desthilatdar, rêxistinbûnên çete û hêzên paramîlîter wê teqez tasfiye bibin. Mesaja ku me ji Sevê, Pakîze, Fatma, Asya, Sara, Rojbîn, Ronahî; ji Çiyager, Mehmet Tûnç û Mehmet Yavûzan girtiye ev e. Gelê me ev mesaj girt û têkoşîna xwe didomîne."

Ararat da xuyakirin ku weke milîtanên PAJK'ê mîna bersiva li bîranîna hemû şehîdan, wê bersiva wan a herî mezin a li bîranîna Sevê, Pakîze û Fatma bi mezinkirina têkoşîna azadiyê be.

Ararat got, "Her ku jinên Kurd xwe bigihînin asta têkoşîneke yekbûyî û rêxistinbûyî, wê jinên li Rojhilata Navîn azad bibin."

Ararat anî ziman ku sala 2018'an wê bibe sala berxwedaneke mezin a li dijî zext û zordariyan û destnîşan kir ku weke jinan wan dest bi pêngavê kirin.

Ararat got, "Armanca me şikandina sîstema Îmraliyê ye, afirandina jiyana azad a bi Rêbertî re ye. Em ê vê yekê li ser xeta Sevê, Fatma, Pakîze, Sara, Rojbîn û Ronahiyan sala 2018'an teqez pêk bînin."