JIN
Hemû Nûçe
-
Wekîlên Jin ên Fransayî: Em piştgiriyê didin şervanên jin ên Kurd
Bi dehan parlamenterên jin ên Fransayî yên di asta neteweyî û Ewropayê de daxuyaniyeke hevpar weşandin û piştgiriya berxwedêrên jin ên Kurd kirin. Parlamenteran ji civaka navneteweyî xwestin ku li dijî dagirkeriya Tirk bikeve nava hewldanan. -
KJK: Xeta Bêrîtan li ber xwe dide
Koordînasyona KJK'ê Bêrîtan bi bîr anî ku di 25'ê Cotmeha 1992'an de şehîd bû û diyar kir, ku xeta Bêrîtan li dijî hêzên li dijî şoreşê li ber xwe dide ku polîtîkayên xiyanet, nokerî û qirkirinê ji nû ve pêk tînin. -
YPJ: Ev hovîtiya li ser hevrêya me Amara rêbazên DAÎŞ’ê ne
Fermandariya Giştî ya YPJ`ê got: “Ev kiryarên çeteyên dewleta Tirk li ser bedena hevrêya me Amara kiriye, rêbazên çeteyên DAIŞ’ê bi xwe ye.” -
'Dewleta Tirk û çeteyên wê amadekariyên komkujiyên nû dikin'
Komîteya Rêveber a kampanyaya 'Jin Rojava Diparêzin' li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li rabû û diyar kir, dewleta Tirk û çeteyên wê amadekariyên komkujiyên nû dikn. -
TJA: Em desteserkariya AKP'ê nas nakin
TJA'yê got ew destesarkariya AKP'ê nas nakin û banga berxwedan û yekîtiya netewî kir. -
TJK-E: Sibe direng e, ji bo Rojava rabe ser piya!
TJK-E bang kir ku ji bo rizgarbûna ji qirkirinê bi hemû hêza xwe tevlî seferberiyê bibin û got: “Divê kes li malê nemîne, bi xurtî tevlî hemû çalakiyên seferberiyê bibe û mezin bike. Em TJK-E ji bo Rojava û Serêkaniyê dibêjin Rabin Ser Xwe.” -
Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê: Li dijî dagirkeriyê rabin!
Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrîşên qirker û dagirker a Tirk da, bang li jinên cîhanê kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin. -
Jinan li dijî dagirkeriyê balafirgeha Berlînê dagir kirin
Jinên Kurd û Elman li paytexta Elmanya Berlînê li balafirgeha Tegel ji bo xwedî li Rojava derbikeve û êrîşên dewleta Tirk protesto bikin çalakiye kirin. -
Serokkomarê Çekya:Tirkiye mîna heywanan kuştinan dike
Serokkomarê Çekyayê Mîlos Zeman got dewleta Tirk Kurdan ''mîna heywanan dikuje'' û domand, ''Biya min dewleta Tirk sûcê şer dike.'' -
Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP bi êşkence û tecawizê gefê dixwe
Meclîsa Jinan a HDP'ê got AKP têkoşîna azadiya jinan kiriye hedefa xwe, bi êşkence û tecawizê gefê dixwe. -
Platforma Jinên Kurd ên Yekbûyî: Bibin yek
Platforma Jinên Kurd ên Yekbûyî bi daxuyaniyeke nivîskî dagirkeriya Tirk şermezar kir, bang li Kurdan kir ku bibin yek û got ew amade ne bibin navbeynkar. -
Rêxistinên jinan li dijî dagirkeriyê deklarasyonek weşandin
Li hemberî êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinên jinan ên navneteweyî deklarasyonek weşandin û xwestin ku êrîşên dagirker were bidawîkirin. -
TJK-E’yê bang kir: Berxwedanê mezin bikin!
TJK-E bal kişand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne, banga kir ku li kolanan berxwedanê xurt û mezin bikin. -
Li Washîngtonê qetilkirina Hevrîn Xelef hate şermezarkirin
Rêveberiya DYE’yê qetilkirina siyasetmedara jin a Kurd Hevrîn Xelef a ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hate qetilkirin, şermezar kir. -
TJK-E: Roj roja mezinkirina têkoşînê ye
TJK-E ya li dijî êrîşên qirker û dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her kes vexwed qadan got: “Li dijî qetlîaman divê lezgîn jin,ciwan û dostên Kurdan bikevin tevgerê û jiyanê bi tevizînin.” -
TJA: Kuştina Xelef sûcê şer e
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi bîr anî, ku ji aliyê komên çete yên dewleta Tirk ve hate kuştin. -
Mêrdîn: Êrîşa li ser Rojava berdewamiya komploya navnetewî ye
Rewşen Merdîn: Êrîşa dewleta Tirk faşîst a AKP’ê li ser Bakurê Rojhilatê Surî got; “Çawa ku Serokatî bi kompleyek ji Rojhilata navîn derxistin, di roja me ya îro de jî ev komplo berdewam dike û ev êrîş jî perçeyek yê vê komployê ye. -
TJK-E: Ji bo Rojavayeke Azad çalakiyên redîkal bikin!
TJK-E, li dijî dagirkirina Rojava bang li her kesê kir ku xwedî li rûmeta xwe derkevin. -
‘’Gurbetellî şoreşgera demên zor bû’’
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok: “ Gurbetellî Ersoz xwedî kesayeteke bi zanîna dîrokî ya têr bû û her wiha wê zanîn, kevneşopî û welatparêziya xwe di nava PKK’ê de kire yek û nûjen kir.” -
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê: Tirkiye herêmê dixe rewşeke talûke
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk bi gefên dagirkeriyê herêmê dixe nav talûkeyeke mezin û divê pêşiya gefên dagirkeriyê were qutkirin. -
TJA: Ocalan dikare Rojhilata Navîn azad bike
TJA’yê Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û diyar kir ku Ocalan dikare azadiya hemû gelên Rojhilatê Kurdistanê pêk bîne. -
PAJK: Komploger wê têk biçin
PAJK'ê diyar kir çawa ku Komploya 9'ê Cotmehê hatibe pûçkirin, wê li dijî êrîşên li ser Rojava jî berxwedaniyeke mezin were kirin. -
TJK-E: Ji bo azadiya Ocalan û Rojava dakevin qadan
TJK-E'yê ragihand ku komploya 9'ê Cotmehê bi ser neketiye. Di daxuyaniyê de ji bo azadiya Ocalan û Rojava bang hate kirin. -
'Li hemberî gefên dagirkeriyê bêdeng nemînin'
Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir, ku êrîşeke gengaz a dagirkeriyê ya dewleta Tirk wê bandorê li tevahiya dinyayê bike û destnîşan kir, divê kes li pêşberî gefên dagirkeriyê bêdeng nemîne. -
Di meha Îlonê de 39 jin hatin qetilkirin
Di meha Îlonê de 39 jin hatin qetilkirin. Di heman mehê de bi şîdetê jî hewl dan 29 jinan qetil bikin.