TJA: Em desteserkariya AKP'ê nas nakin

TJA'yê got ew destesarkariya AKP'ê nas nakin û banga berxwedan û yekîtiya netewî kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bal kişande ser dagirkeriya Tirk a li ser Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyê û got, ''Bi dagirkeriya ku li ser Sûriyê dane destpêkirin û paralelî vê bi polîtîkayên desteserkarî û şer ên navxwe, êrîşên li ser Kurdan ku zextê li Kurdan bikin hatine kûrkirin'' û domand, ''bi qeyûman şaredariyên ku gel vîna xwe diyar kirine, dagir kirine.''

TJA'yê bi domdarî got ew ê li bara êrîşên li ser pergala hevseroktiyê û destesarkariyê bêdeng nemînin,  li dijî qeyûm û êrîşên dagirkeriyê bang li hemû jinan kir ku bloka demokrasiyê û berxwedanê were geşkirin.

Her wiha TJA'yê li dijî geşkirina dijminatiya li Kurdan xwest ku yekîtiya netewî û berxwedan were geşkirin û hemû Kurdistanî bi hev re tora têkoşînê geş bikin û yekîtiya netewî were avakirin.