Wekîlên Jin ên Fransayî: Em piştgiriyê didin şervanên jin ên Kurd

Bi dehan parlamenterên jin ên Fransayî yên di asta neteweyî û Ewropayê de daxuyaniyeke hevpar weşandin û piştgiriya berxwedêrên jin ên Kurd kirin. Parlamenteran ji civaka navneteweyî xwestin ku li dijî dagirkeriya Tirk bikeve nava hewldanan.

Tevî endamên Senatoya Fransayê û Meclîsa Neteweyî ya Fransayê, her wiha endamên Parlamenta Ewropayê jî mohra xwe danîn binê daxuyaniya hevpar. Di daxuyaniyê de jinên Kurd ên li Rojava hatin silavkirin ku ji bo jinên li dinyayê hemûyan têidkoşin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinên Kurd ne tenê li dijî DAÎŞ'ê di heman demê de ji bo parastina nirxên wan şer dikin û ji bo rawestandina palpiştê DAÎŞ'ê Erdogan bang hate kirin.

Parlamenterên jin ji Fransa û Yekîtiya Ewropayê xwestin ku pêkanînên tund li Tirkiyeyê ferz bikin û piştevaniya avakirina herêmeke ewle ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de kirin.

'JI BO PÎVANÊN ME JÎ ŞER KIRIN'

Daxuyaniya hevpar a parlamenterên Fransayî wiha ye:

"Em; parlamenterên Fransayî radigihînin ku piştgiriyeke xurt didin jinên Kurd ên li Rojava ji bo maf û civakeke wekhev şer dikin. Wan ji bo pîvanên gerdûnî şer kirin ku me jî wan diparêzin. Artêşa Tirk ku ji vekişîna Emerîkayê hêz wergirt bi rengekî namerdî êrîşî gelên Rojava kir.

Têkoşîna ji bo civakeke wekhev ne yekane têkoşîne ku van jinan di oxira wê de bi wêrekî têkoşiyan. Piraniya wan li dijî hêzên îdeolojîk û leşkerî yên paşverû yên DAÎŞ'ê rahiştin çekê. Êrîşa Tirkan kir ku bi sedan endamên DAÎŞ'ê serbest bibin ku ev yek jî bi rîske ku cinawira DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bibe.

'EM ZANIN KU BERDÊL DAN, EM MINETDARÊ WAN IN'

Em bi hezaran jinan re ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve bi rengê zayendî ew kirin kole û ji aliyê hêzên Kurd ve hatin azadkirin. Jinên Rojavayî wiha dibêjin: 'Me bi berdêlan şoreşa jinê parastin. Em têkoşîna xwe bi navê jinên li her devera dinyayê dimeşînin'. Em jî bi vê zainn û minetdarê wan in. Ji Komara Fransayê em ji dil silavên xwe dişînin van jinan re.

Di nava van şert û mercên şer de em dixwazin ku êrîşa Tirkiyeyê ya ku bi kêrî DAÎŞ'ê tê tavilê bê rawestandin û ji Fransa û Ewropayê dixwazin ku vê êrîşê şermezar bikin. Ji bo azadiya jinê û domdariya tecrûbeya veguherîna polîtîk û civakî ya femînîst a li Rojava em ê bêrawestan têiboşin.

'BILA PÊKANÎN GIRAN LÊ BÊN FERZKIRIN; DI BIN SÎWANA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DE HERÊMEKE EWLE BÊ AVAKIRIN'

Em bang dikin ku ji bo parastina sînor û gelê Kurd di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de herêma li firînê qedexe bê ragihandin û ji bo vê jî hêzeke navneteweyî bikeve nava liv û tevgerê. Em bang li Fransa û Ewropayê dikin ku li dijî Tirkiyeyê pêkanînên siyasî û malî yên giran bixin meriyetê.

Em ji Fransayê silavên xwe yên xwişatiyê û piştevaniyê ji jinên Rojava û tevahiya gelên Sûriyeyê re dişînin.

Parlamenter û Senatorên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniya hevpar:

AUBRY Manon, Endama Parlamenta Ewropayê, LFI

AUTAIN Clémentine, Parlamentera Meclîsa Neteweyî ya Fransayê, LFI

BATHO Delphine, Parlamenter Génération écologie

BENBASSA Esther, Senator, EELV

BILLON Annick, Senator Union centriste

BLONDIN Maryvonne, Senator PS

BUFFET Marie-George, Parlamenter GDR

CHAIBI Leïla, Endama Parlamenta Ewropayê, LFI

COHEN Laurence, Senator CRCE

FAUCILLON Elsa, Parlamenter GDR

FIAT Caroline, Parlamenter, LFI

FILLEUL Martine, Senator PS

GAILLOT Albane, Parlamenter LREM

GARRIAUD-MAYLAM Joëlle, Senator, LR

JASMIN Victoire, Senator, PS

KRIMI Sonia, Parlamenter, LREM

LEPAGE Claudine, Senator, PS

LIENEMANN Marie-Noëlle, Senator LFI

LUBIN Monique, Senator PS

MEUNIER Michelle, Senator P

MONIER Marie-Pierre, Senator PS

MÖRCH Sandrine, Parlamenter LREM

OBONO Danièle, Senator LFI

PELLETIER Anne-Sophie, Endama Parlamenta Ewropayê, LFI

PRÉVILLE Angèle, Senator PS

RIVASI Michèle, Endama Parlamenta Ewropayê, EELV

ROSSIGNOL Laurence, Senator PS

RUBIN Sabine, Parlamenter LFI

TAILLÉ-POLIAN Sophie, Senator, Génération.s

VANCEUNEBROCK-MIALON Laurence, Parlamenter LREM