Di meha Îlonê de 39 jin hatin qetilkirin

Di meha Îlonê de 39 jin hatin qetilkirin. Di heman mehê de bi şîdetê jî hewl dan 29 jinan qetil bikin.

Di meha Îlonê de bûyerên şîdet û qetilkirinê ya li hember jin û zarokan zêde bû. Mêran di meha Îlonê de 39 jin qetil kir û bi şîdetê jî hewl dan 29 jinan qetil bikin.

Li Tirkiyeyê kuştinên jinan meh bi meh zêde dibe. Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir ku di meha Îlonê de 53 jin hatine qetilkirin. Di meha borî de polîtîkayên desthilatdarî û bêcezahiştina darazê bi û gotinên ku şîdetê xwedî dikin, êrîşên li hemberê jinan zêde kir.

Li gorî daneyên meha îlonê yên yên ku JINNEWS’ê berhev kiriye, di meha Îlonê de herî kêm 39 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin, 29 jin jî rastî şîdet, tacîz û tecawizê hatine.

Dîsa hejmara zarokên ku rastî îstîsmara zayendî hatine nehat tespîtkirin lê li gorî tespîtêan 12 zarok rastî îstîsmarê hatine. 5 zarok jî ji aliyê xizmên xwe yên herî nêz ve rastî şîdetê hatin. Darazê di meha Îlonê de dest ji daxistina rewşa baş berneda û ji bo çar gumanbarî ji rewşa baş ceza daxist.

Di meha Îlonê de 39 jin hatin qetilkirin û kujerên 24 jinan diyar in lê yên 15 jinan jî nehat tespîtkirin ku ji aliyêkê ve hatiye kirin.”