TJK-E: Roj roja mezinkirina têkoşînê ye

TJK-E ya li dijî êrîşên qirker û dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her kes vexwed qadan got: “Li dijî qetlîaman divê lezgîn jin,ciwan û dostên Kurdan bikevin tevgerê û jiyanê bi tevizînin.”

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) a daxuyaniyek nivîskî da got: “Dewleta Tirk a dagirker û faşîs li gel çeteyên xwe li Rojava li ber çavê cîhanê hemû qetlîam û qirkirinê dike.”

Divê li dijî qetlîaman di serî de jin, ciwan û hemû dostên gelê Kurd bi lezgîn bikevin nava liv û tevgerê û jiyanê bitevizînin.

Her çalakiya me li dijî dewleta Tirk a faşîst-qirker û hevkarên wê yên qirkirinê li ser gelê em dike rewa ye. Li her cihê lêne bikevin qadan û dengê xwe bigihînin cîhanê hemû.

Roj roja mezinkirina têkoşînê ye.”