YPJ: Ev hovîtiya li ser hevrêya me Amara rêbazên DAÎŞ’ê ne

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê got: “Ev kiryarên çeteyên dewleta Tirk li ser bedena hevrêya me Amara kiriye, rêbazên çeteyên DAIŞ’ê bi xwe ye.”

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê têkildarî hovîtiya çeteyên Tirkiyeyê ya li ser cenazeyê şervana YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Em di kesayeta hevrê Barîn, Hevrîn û Amara de tevahî jinên berxwedêr û tekoşînvan bi rêzdarî bîrtînin û soza me daye wan nû dikin.

‘EV HOVÎTÎ RÊBAZÊ DAÎŞ’Ê NE’

Di êvara 21’ê Cotmehê de, li gundê Çelbê yê girêdayî Kobanê ye, şervanên me dema di çerçeveya mafê parastina rewa de, di çeperên xwe da bûn. Dewleta Tirk û çeteyên wî tevî agirbesta heyî, bi çekên giran êrişî wan dikin. Şervanên me di çerçaveya mafê xwe parastinê de bersiv dane artêşa Tirk û çeteyên wî. Hevrêya me Amara û komek hevrêyên me heya kêliya dawî li ber xwe didin. Ev kiryarên çeteyên dewleta Tirk li ser bedena hevrêya me Amara kiriye, rêbazên çeteyên DAÎŞ’ê bi xwe ye. Şervanên me di Berxwedana Rûmetê de, sekneke fedayî, di serî de li Serêkaniyê, Girê Spî û hemû çeperan li dijî dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk raber kirin. Ev kîn û hêsa çeteyan encama berxwedaniya şervanên me ye.

‘EV KIRYAR ENCAMA POLÎTÎKAYA TRÛMP Û PÛTÎN A SÛRIYE YE’

Dewleta Tirk, angO dewleta çeteyan, ji bo çanda kevnar a di şexsê jin de temsîla xwe dibîne ji holê rake, hovîtiyên herî mezin bi destê komên çete di şexsê jinên tekoşîner de dide jiyîn. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, kiyarên hovane yê îro li ser bedena hevrêya me Amara kiriye encam û asta faşîzma dewletê dide diyarkirin. Duh li Efrînê Barîn bû, îro jî Hevrîn û Amara ne. Ev kiryarên qirêj û bê exlaqî yên îro têne kirin encama polîtîkaya Sûriyê ya Trump û Pûtîn.   

BANG

Li ser wê bingehê em bang, di serî de li tevahî jinên cîhanê, sazî û dezgehên jinan yê mafê mirovan dikin bila helwesta xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk dest nîşan bikin. Çawa hemû jinên cîhanê di dema ku YPJ’ê şerê li dijî çeteyên DAê dikir de desteka mezin da û tekoşîna YPJ’ê weke tekoşîna xwe dîtin, îro jî heman helwest ji hemû jinan tê xwestin. Em bang li hemû civaka navnetewî û saziyên mafên mirovan dikin ku bi lezgînî, li hemberî van kiryarên qirkirina jinan dike armanc bisekinin.

Ev hovîtiya mezin ya tê kirin, wê ti carî vîn û biryardariya me ya mafên rewa gavekî paşve nexîne. Ji bo em layîqî, Barîn, Hevrîn û Amara bibin, çi ked û berdêl ji me were xwestin em amade ne bikin. Em careke din soza xwe ya parastina hemû jinan û di şexê jin de parastina hemû nirxên civakê û şoreşa Bakûr-Rojhilatê Sûriyê derxistiye, careke din dubare dikin.”