PAJK: Komploger wê têk biçin

PAJK'ê diyar kir  çawa ku Komploya 9'ê Cotmehê hatibe pûçkirin, wê li dijî êrîşên li ser Rojava jî berxwedaniyeke mezin were kirin.

Koordînasyona PAJK'ê têkilî Komploya Navnetewî ya 9'ê Cotmehê îro daxuyaniyeke nivîskî da.

'RÊBERTIYA ME LÎSTIK XIRAB KIR'

Daxuyaniya PAJK'ê wiha ye:
''Hegemonyaya navendî Şerê Cîhanê yê 3'yan ji destpêka salên 1990'î da destpêkirin û qira jinan, mirovahiyê û sirûştê anî. Herî pir jî li ser gelê Kurd ev qirkirin bi rengekî giran û hovîtî hate kirin. Bi komploya navnetewî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li ser Rêbertiya me hatî kirin, hate xwestin ku ev polîtîkayên qirkirina civakî bînin asteke nû. Hehemonyaya navendî ku li herême nikarîbû xwe cih bike berdewamiya xwe deyndarî şerên nû û travmayên civakî bû. Li Rojhilata Navîn nakokî û şer hatin girrankirin û destek didan netewdewletên herêmî ku xitimî bûn. Di polîtîkayên Rojhilata Navîn de rewşa nû qirkirina Kurdan û avakirina nakokiyên nû bû. Yek ji girantirîn van nakokiyan ew bû ku bi derxistina şerê Kurd û Tirkan Kurdan bînin ber rewşa hilweşandin û tinekirinê. Rêya wî jî mîna êsîrkirina Rêbertiya tevgera me hatibû diyarkirin. Hêzên serwer dixwestin  dewleta Tirk a mêtinger ku hildiweşiya ji nû ve rakin ser piyan.

Lê Rêbertiya me bi xirakirina hemû lîstikên hegemonyaya navendî bi berxwedana Imraliyê nîşan da ku Rasteqîniya Rêbertî çendî xurt, karîger û diyarker e. Berxwedana ku Rêbertiya me li dijî komploya navnetewî dayî destpêkirin, bi çalakiyên ''hûn nikarin Roja me tarî bikin'', hemû gelê dilsozê Rêber Apo rakiriye ser piyan û li devera ku dihate gotin, ''her tişt qediya'' tevgereke mezin a berxwedanê dest pê kiriye. Xeta berxwedan û azadiyê ku li Kurdistanê dest pê kirî, li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê berbelav bûye.

'ÊRÎŞA LI DIJÎ ROJAVA WÊ TÊK BIÇE'

Hêzên komploger ên navneteweyî xwestin îradeya gelê Kurd a ji pola têk bibin. Xwestin ku çanda jiyana hevpar a gelan ku Rêber Apo dixwaze li Rojhilata Navîn biafirîne ji holê rakin. Sîstema êşkenceyê ya Imraliyê jî ji bo têkbirina vê sekna xwedî îradeya azad e. Armanca bingehîn a êrîşa rejîma AKP-MHP'ê û hêzên piştevanên wê ya li dijî Rêber Apo, hilweşandina sîstema azadîparêziya jinê û demokratîk e û bicihkirina sîstemeke kolekirina jinê û gelan e. Ji ber ku hêz û îradeya azadiyê ya gelan nekarî bê têkbirin, tecrîda li Îmraliyê tê şidandin û li Bakur qeyûman li şaredariyan tên tayînkirin, li Başûrê Kurdistanê jî dixwazin ku dagirkeriyê bikin û gefên şer li dijî Bakurê Sûriyeyê dixwin.

Lê belê divê neyê jibîrkirin; ku ji mirovahî hîn jî li ber xwe dide, jin li ber xwe dide, Kurd hêza sereke ya vê berxwedanê ne. Kurd bi navê mirovahiyê li ber xwe didin û bi biryar in ku vê berxwedanê bi ser bixînin. Gelê me ji her demê bêhtir bi biryar e ku hebûna xwe ya azad bidomîne û destketiyên xwe biparêze. Çawa ku li dijî pêvajoya komployê ya 9'ê Cotmehê bi berxwedaneke mezin planên hêzên komploger têk birin, niha jî wê li dijî van êrîşan ku dewama komployê ne bi heybet li ber xwe bidin û li ser vê bingehê wê êrîşên li dijî Rojava têk bibin.

Kurd û jin wê hemû hesabên komplokeran ên hêzên mêtinger têk bibin, wê bi berxwedan û biryardariyê seferber bibin. Bi baweriya ji vê yekê em şehîdên leheng ên ku bi çalakiyên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' yên li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an bûn bingeha berxwedana me bi rêz û minet bi bîr tînin. Em gelê xwe yê ku li dijî komployê li dora tevgera me li hev kom bû û li dijî komploya niha jî wê li dora tevgera me kom bibe silav dikin."