TJA: Ocalan dikare Rojhilata Navîn azad bike

TJA’yê Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û diyar kir ku Ocalan dikare azadiya hemû gelên Rojhilatê Kurdistanê pêk bîne.

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya TJA’yê de ev tişt hate diyarkirin.

“Vê komploya li ser rêzdar Ocalan tê wateya şikandina azadî, aştî û yekîtiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Vê feraseta faşîst 20 sal in bi tecrîdê vê komployê didomînin. Ji sala 1999’an û vir ve komploya li ser rêzdar Ocalan gelê Kurd di serî de li ser hemû gelên Rojhilata Navîn tê kirin. Bi çalakiyên greva birçîbûnê re tecrîda ji sala 2011’an û vir ve didome, piçekî hatiye şikandin lê dîsa tecrîd hatiye domandin. Di hevdîtinên bi rêzdar Ocalan de deklarasyonek hatiye diyarkirin a ku ji 7 xalan pêk dihat. Di vê deklarasyonê de dihate diyarkirin ku krîzên li Tirkiye û Rojhilata Navîn dikare were çareserkirin.

Bi komployê re kêşeyên civakî zêdetir bûn. Lê paradîgmaya rêzdar Ocalan a neteweya demokratîk ne bi tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn jî rê û metoda çareseriyê diyar kiriye.

Divê komploya 9’ê Cotmehê û tecrîd bi dawî bibe. Li hemberî êrîşên li ser destkeftiyên gelê Kurd, çawa em li Kobanê bûn yek, divê îro jî reflekseke neteweyî û berxwedan were nîşandan. Em bang li hemû jin, gel, çepgir û demokratan dikin ku li hemberî şerê li dijî destkeftiyên gelên Sûriyeyê bila têkoşînê geş bikin û em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin.”