Mêrdîn: Êrîşa li ser Rojava berdewamiya komploya navnetewî ye

Rewşen Merdîn: Êrîşa dewleta Tirk faşîst a AKP’ê li ser Bakurê Rojhilatê Surî got; “Çawa ku Serokatî bi kompleyek ji Rojhilata navîn derxistin, di roja me ya îro de jî ev komplo berdewam dike û ev êrîş jî perçeyek yê vê komployê ye.

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Merdîn têkildarî êrîşa dewleta Tirk faşîst a AKP’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî got; “Çawa ku Serokatî bi kompleyek ji Rojhilata Navîn derxistin, di roja me ya îro de jî ev komplo berdewam dike û ev êrîş jî perçeyek yê vê komployê ye. wê demê jî ev hêzên navnetewî biryara qirkirin û tunekirina Kurdan dabû. Îro jî ev êrîşa ku li ser gelê Kurd û destkeftiyên wê tê kirin ji zihîniyeta wê demê qut nîne.”

HÊZÊN KOMPLOGER GULOPA KESK JI BO ERDOGAN PÊXISTIN’

Rewşen Mêrdîn dibêje ev berdewamiya komploya navnetewî ye û berdewam dike; “Êrîşên ku îro li ser Rojava û Bakurê Rojhilatê Surî pêktînin ne tesadûfe. Aliyên wê yê dîrokî hene, cardin dîrok xwe dubare dike. Li ser komploya navnetewî ya li ser Rêber APO pêkanîn 21 sal derbas bû, dikeve saliya xwe ya 22.de. Çawa ku Serokatî bi kompleyek ji Rojhilata Navîn derxistin, di roja me ya îro de jî ev komplo berdewam dike û ev êrîş jî perçeyek yê vê komployê ye. wê demê jî ev hêzên navnetewî biryara qirkirin û tunekirina Kurdan dabû. Îro jî ev êrişa ku li ser gelê Kurd û destkeftiyên wê tê kirin ji zihniyeta wê demê qut nîne. Ev zihînyet di meryete de kar dike, raste weke berê bi hêz nîne lê ji bo ku cardin ev zihînyet bi jî di nava dak û dolaban deye. Ger ku îro ev hêzên navnetewî piştgirî nedin dewleta Tirk û hikûmeta Erdoxan ya li ser qadakê ku hatiye azad kirin, tevahî gel û bawerî nava aramiyê de bi hevre dijîn, pergalekê wan yê netewa demokratîk heye wê ev êrîş peknehatiba. Ew hêzên komploger gulopa kesk ji Erdogan re pêxistin.”

EV ÊRÎŞ JI DERVEYÎ MIROVAHIYÊ YE’

Rewşen di berdewamiya gotinên xwe de balê dikşîne li ser nêzîkatiyên navnetewî jî; “Ger ku pêşiya vê êrÎşê neyê girtin, tevahî mirovahî, bawerî û bi taybetî jî jin nava xeteriyek bê hempa deye. Em hemû jî baş dizanin ku Erdogan hebûna xwe bi tunekirin û xwarina xwîna Kurdan di domîne tevahî hêzên hegemonîk jî vê yekê baş dizanin lê ji ber ku berjewendiyê wan jî di nava vê şerê de heye hemû baziraganin, bazirganiyê dikin ji ber vê yekê hemû vê êrişê erênî kirin. Ev êrîşê tê kirin ji derveyê mirovahiyê ye, mirovên xwedî wîjdan û exlaq pêwîste li hember vê êrîşê raweste û seknekê bi berxwedan û têkoşîn li hember wê raweste. Tevahî armancê Erdoxan ewe ku çeteyên xwe DAÎŞ û malbatê wan ji wan kampan û girtîgehan derêne. Ev êrîş jî ji bo tolhildana wan tê kirin. ji xwe tevahî DAÎŞ jî dibêje Tirkiye em rêkirine Sûrî, tevahî alîkariyê çek û lojîstik jî di hêla Tirkiyê de ji wan re dihat rêkirin. Navnetewî de daxuyaniyên tê kirin tenê di hêla şermezar kirin, ne qebul kirin têrê nake, pêwîste di meriyetê de, pratîkê de tiştên berbiçav were kirin, berê her tiştê emel pêwîste. Pêwîste helwestên tund yên di cihê xwe de û ev êriş bide seknandin were kirin. Mirovên medenî û zarok tên qetilkirin.”

EM IN XWEDIYÊN XWE’

Rewşen Mêrdîn ji bo berxwedaniya gel û hêzên parastinê didin raber kirin jî wiha dibêje; “Birastî jî gelê me, YPG-YPJ û QSD berxwedaniyek bê hempa dimeşînin. Li hember ew tang û balafirê ew dewleta faşîst berxwe didin em vê yekê pîroz dikin. Em vê yekê baş bizanin ku emin xwediyên xwe, em baweriya xwe bi xwe bînin, em mirovên rastin, heqdarin, yên neheqe dewleta Tirk û hişmendiya Erdogane emê bi berxwedaniya xwe, bi hêvî, bawerî û îradeya xwe em ê serbikevin. Emê ew hişmendiya faşîst ya Erdogan têk bikin, emê ew xaka pîroz li wan bikin goristan. Berxwedaniya gelê me, îradeya gelê me û ya herê girîng jî ev zarokên gelê me ev hêzê mirovahiyê tevahî mirovahiyê ji tunebûyînê xilas kiriye. Xwe kirin feda 11 hezar şehîdê gelê me heye bi hezaran birîndar hene ev axa me bi xwîna wan hatiye rizgar kirin, çi dibe bila bibe wê ev were parastin û ev êriş jî têk biçe.”

JIN PÊŞENGTIYÊ JI BERXWEDANÊ RE BIKIN’

Rewşen got; “Bi taybetî jî pêwîste jin pêşengtiya vê berxwedaniyê bike. Ji ber ev şoreş, şoreşa jine, herê zêde jin pêşengtiyê ji vê şoreşê re kiriye. Pêwîste tu kes dest ji kadê xwe bernede, her kes taxa xwe, kolanên xwe, çeberên xwe bêxe qada berxwedaniyê. Em encex bi vê serbikevin, em berxwedaniya gelê xwe dibînin ev cihê rûmetê ye. Baş bizanin ku Erdoxan ji ew ruhê we yê berxwedaniyê, îradeya we gelek di tirse ji xwe ev tirsa wê ye ku dihêle ewqasî har bibe. ji ber ji we ditirse ewqasî êriş dike. tevahî gelê me yê Kurd jî vê yekê baş bizanin ku ev êriş ne tenê li ser Rojava, Bakurê Rojhilatê Surî ev êrişek topyekûne û li hember tevahî Kurdan tê kirin.”

ARMANC TINEKIRINA KURDAN E’

Rewşên nava gotinên xwe de bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî dike û bi vê gotinan dawî li gotinên xwe tîne; “Armancê wan tunekirina Kurdane, ev demek dirêje li ser Başûrê Kurdistanê jî dagirkerî heye. Ger ku îro Rojava ye wê sibe Başûr be. Pêwîste hikûmeta Başûrê Kurdistanê pêwîste bi hestê netewî li hember vê êrişê xwedî helwest be. Dem dema hestê netewî kirina û yekîtiya xwe kirina yeke. Ev dem dema wê ye, ger ku em vê demê nekin dibe ku demek din weke vê demê neyê. Ji ber dem û kêlî hene ku şoreş çê dibin. Ev jî dem dema wê ye. bangawaziya min ji hikûmeta Başûr re heye ne bangawazî pêwîstî bi emel heye. çawa ku gelê me yê Şeladizê bi ruhê berxwedaniyê êrişê baregehên Tirkan kir, îro pêwîstî bi ew ruhê jî heye. Ger ku em xwedî helwest bin û rêxistinkirîbin û yek deng bin wê neyar ti carî nikaribe li hember me şer bike. Wê serkeftin bibe serkeftina jin û gelê me. Weke tevgera jin em bangawazî tevahî gelê me dikin û hêzên demokratîk dikin bi çalakî û berxwedaniya xwe vê faşîzmê têk bibin. Ji ber ev êrişa pêktê li ser destkeftiyên Kurd û yên jine ji bo wê jî emê destkeftiyên xwe bi parêzin. Di her qadê de em têkoşîn, berxwedaniya xwe û dengê xwe bilind bikin.”