'Li hemberî gefên dagirkeriyê bêdeng nemînin'

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir, ku êrîşeke gengaz a dagirkeriyê ya dewleta Tirk wê bandorê li tevahiya dinyayê bike û destnîşan kir, divê kes li pêşberî gefên dagirkeriyê bêdeng nemîne.

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ewlehî û aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên hevgirtina hemû pêkhateyan e, Ereb, Kurd û Suryan e ku dikarîn li hemberî firehbûna rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê bibe pirek bi hêz."

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku AKP‘ê hîna aloziya xwe ya hundir derdixîne derve da ku rewşa ne aram û ne demokratîk binuxumîne, gefan davêje û bi hinceta ewlehiya xwe ya netewî û sînorê xwe yê başûr bi Sûriyê  banga avakirina "Herêma ewle" dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin "AKP‘ê mijara vegera bi milyonên penaberên Sûriyê yên ji parêzgehên Sûriyê dixe rojevê da ku projeya demokratîk têk bibe, guhertina demografîk li herêmê çêbike, her wiha temanê aloziyê dirêj bike û tevliheviyê di navbera pêkhateyên wê de çêbike, di encamê de ji bo kaxezeke zextê di civînên Astanayê de bi kar bîne."

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, her operasyoneke leşkerî li dijî herêmê wê encamên wê ne tenê li ser asta herêmê, lê belê li ser asta Sûriyê û tevahî cîhanê xeter bin bike û wê firsendekê bide DAIŞ da ku ji nû ve xwe bi rêxistin bike.

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî kir li hemberî van gefan ji bêdengiya xwe derkeve da ku aştiya navxweyî misoger bimîne û rê li ber xeteriyan bê girtin.