Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP bi êşkence û tecawizê gefê dixwe

Meclîsa Jinan a HDP'ê got AKP têkoşîna azadiya jinan kiriye hedefa xwe, bi êşkence û tecawizê gefê dixwe.

Meclîsa Jinan a HDP'ê got AKP ji dema ku hatiye ser desthilatê tim têkoşîna azadiya jinan kiriye hedefa xwe, bal kişande dagirkeriya Tirk a li ser Rojava û got, ''Bi şerê ku li derve dike çav berdide jiyana nû ku jinan bi kedeke mezin ava kirine û li hundir jî êrîşê tîne ser jinên berxwedêr.''

'WÊ NIKARIBIN DENGÊ ME BIBIRIN'

Meclîsê bal kişande ser operasyonên qirkirina siyasî yên li ser jinan, bi bîr xist ku şevê dî  Satiya Ok a SMKY'yî û endama OGK'ê Hêlîn Yagmûr Ucî bi êşkenceyêh hatine destgîrkirin û gefa tecawizê li wan hatiye xwarin. Meclîsê her wiha got Gamze Taşçi û Nûpelda Çelîk ên ji Devrîmcî Partî li Stenbolê hatine destgîrkirin û li wan ferz kirine ku tazî li ser wan seh bikin.

Meclîsa Jinan a HDP'ê got polîtîkayên destgîrkirinê û girtinê wê nikaribin dengê wan bibirin.

Meclîsa Jinan a  HDP'ê herî dawî wiha bang li desthilata AKP-MHP'ê kir: ''Bi êşkence û tecawizê hûn ê nikaribin têkoşîna azadiyê ya jinê asteng bikin. Her ku hûn êrîşê bînin em ê hêza xwe ji hevgirtinê bistînin û rêya xwe bidomînin.''