Meclîsa Jinan a Sûriyeyê: Tirkiye herêmê dixe rewşeke talûke

Meclîsa Jinan a Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk bi gefên dagirkeriyê herêmê dixe nav talûkeyeke mezin û divê pêşiya gefên dagirkeriyê were qutkirin.

Meclîsa Jinan a Sûriyeyê derbarê gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û derbarê Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê li Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Me heta niha cidiyeta destpêkirina xebata siyasî ya rasteqîn li Sûriyê, yan jî pêkanîna biryarên navdewletî yên girêdayî mijarê nedîtine. Hê jî hewldana razîkirina dewletên bi bandorê li nakokiya li Sûriyê dikin, tê lêkolînkirin.

Derbarê rewşa jinan bi taybet de, avakirina vê komîteyê yê ku tenê ji sedê 26 endamên wê jin in, zulm û binpêkirineke bi mafên jinên Sûriyê yên ku azarên şer kişandine. Îro ji mafên wan e ku beşdarî nivisandina destûra Sûriyê bibin ku mafên garantî bikin.

Meclisa Jinan a Sûriyê banga sînordarkirina gefên dewleta Tirkiyê kir ku bibe sedema binpêkirina ewlehiya herêmê û herêmê ber bi şerekî nû ve bibe.

Meclisê banga lidarxistina kongreya neteweyî kir ku tevahî nûnerên blokên siyasî, ciwan û jin tevlê bibin.