TJK-E’yê bang kir: Berxwedanê mezin bikin!

TJK-E bal kişand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne, banga kir ku li kolanan berxwedanê xurt û mezin bikin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

TJK-E got: “Şervanên QSD’ê li bajarê Serêkaniyê berxwedaneke dîrokî dikin.” Di dewam daxuyaniyê de TJK-E’yê got: “Di roja 8’an de êrîşên li ser Serêkaniyê hê zêdetir bûne. Berxwedana şervanê QSD’ê ya dîrokê dinivsîne, israra azadî û rûmetê ya gelê Rojava û dîsa çalakiyên li çar aliyên cîhanê tê kirin Erdogan xistiye tengasiyê. Ji bo vê dixwaze bi hemû hêza xwe êrîşî Serêkaniyê bike û encamê jê bigire. Îro di roja 8’an de êrîşên xwe zêdetir kiriye û dixwaze qetlîamên nû bike."

TJK-E ev bang kir: “Ji vê kêliyê û şûnde di serî de divê jin, ciwan, gelê û dostên me dakevin kolanan û di asta herî jor de xwedî li berxwedana Serêkaniyê derkevin. Divê gelê me mafê xwe yê rewa bikar bûne û çalakiyan xurt û mezin bike.”