TJK-E: Ji bo azadiya Ocalan û Rojava dakevin qadan

TJK-E'yê ragihand ku komploya 9'ê Cotmehê bi ser neketiye. Di daxuyaniyê de ji bo azadiya Ocalan û Rojava bang hate kirin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ji ber salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi têkoşîna bê eman a Ocalan bi ser neketiye û hate gotin, ew bi pêngava 'Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan' pêşwaziyê li sala 21'ê ya komployê dikin.

TJK-E'yê destnîşan kir ku wê bi pêngavê re têkoşîn û berxwedanê mezintir bikin û li qadan bin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên faşîst ên bi komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê nekarîn armancên xwe pêk bînin, niha dixwazin komployê nû bikin û bi vê armancê dixwazin ji bo qirkirinê êrîşî Rojava bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bêguman jinên Kurd, gelê Kurd mîna doh wê îro jî Rojava biparêzin. Li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe wê her Kurdistanî bi ruhê seferberiyê li dijî dewleta Tirk bibin yek û li Rojava bibin xwedî. Roj ew roj e ku li dora Rojava bibin yek, rûmeta mirovahiyê, destketiyên gelê me û paşeroja gelê me biparêzin."

Bi vê armancê bang li her kesî kir ku di 9'ê Cotmehê de bi rengekî xurt tevlî çalakiyên li Bruksel û Strasbourgê bibin.