TJK-E: Ji bo Rojavayeke Azad çalakiyên redîkal bikin!

TJK-E, li dijî dagirkirina Rojava bang li her kesê kir ku xwedî li rûmeta xwe derkevin.

TJK-E li dijî êrîşên dagirker ên desthilata AKP/MHP’ê ya li ser Rojava daxuyaniyek nivîskî da.

TJK-E ev got: “Li dijî êrîşên qirker û dagirker ên rejîma AKP/MHP’ê ya li ser Rojava dayî destpêkirin di serî de divê jin, hemû kes li cihê lê nerazîbûn nîşan bike û dengê xwe bilidn bike. Bang li her kesê dikin xwedî li Rojava rûmet, axa xwe û mirovahiyê derkevin.Bila bê zanîn bi redîkalbûna çalakiyên xwe heta dawiyê ji bo Rojavayek Azad em êtêkoşînê bikin.Roj roja xwedî li rûmeta xwe derketinê ye.”