Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê: Li dijî dagirkeriyê rabin!

Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrîşên qirker û dagirker a Tirk da, bang li jinên cîhanê kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin.

Kolektîfa Greva Jinan a Bîel a Swîsreyê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da, bang li jinên cîhanê kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encam atêkoşîna jinê ya li Rojava hate kirin de, wekheviya jin û mêr li gelek qadan pêk hatin û ev hate gotin: “Li ser erdnîgariyeke ku hikûmraniya mêr hatbû, di encama têkoşîna bi nasnameya jinê kirî de, mafê xwe bi dest xistin û bûn pêşengên guherîn û vegûherîna civakî.”

Hate gotin ku êrîşên dewelat Tirk heman demê tê wateya destkeftiyên jinan ên hatine bidestxistin bikeve xeteriyê û got: “Dagirkeriya Tirk di serî de ji bo jiyana hemû jinên li herêmê dijîn, û bidestxistina hemû nirxan xeterî ye. Bang li hemû jinên cîhanê dikin li dijî dagirkeriyê bikevin nava tevgerê û xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin. Jin tevlî çalakiyên protestoyî yên li dijî dagirkeriya Tirk tên kirin bibin û dengê xwe bilind bikin.”

Endamên Kolektîfa Greva Jinan a li binê metên îmzeya xwe danîn wiha ne:Claire Magnin, Anna Tanner, Mathilde Hofer, Anne- Valerie Zuber, Manon Ciuxeres, Anna Roth, Michelle Gisiger, Mirjam Aggeler, Marie Moeschler, Serena Ferrari, Nadia Magnin, Edith Ugolini, Janine Jaggi, Aurélie Comte, Graciana Fornage, Anita Rochedy, Emely Willisch, Emmelin Bienvenu, Selen baskara, Ruth Tennenbaum, Anja Meili.