TJK-E: Sibe direng e, ji bo Rojava rabe ser piya!

TJK-E bang kir ku ji bo rizgarbûna ji qirkirinê bi hemû hêza xwe tevlî seferberiyê bibin û got: “Divê kes li malê nemîne, bi xurtî tevlî hemû çalakiyên seferberiyê bibe û mezin bike. Em TJK-E ji bo Rojava û Serêkaniyê dibêjin Rabin Ser Xwe.”

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa TJK-E ev tişt got:

“Dewleta AKP’ê ya faşîst tevî lihevkirina bi DYE’yê re êrîşê xwe ne daye rawestandin û heta êrîşên xwe yên qirker û dagirker ên li ser Rojava û Serêkaniyê dijwartir kiriye. Di serî de jîngehên sivîlan jî di nav de nexweşxaneya Serêkaniyê bê navber dibin hedefa bomberdûmanên balafiran.

Bi îlana agirbestê re xwestin hêrs û nerazîbûna rêxistinên civaka sivîl û raya giştî kêm bikin pêk anîne. Xwestine berxwedanê paşve bikişînin Çawa ku li holê agirbest nîne, dixwazin cîhanê bixapînin û qira Kurdan bînin.

Ji vê kêliyê û şûnde bang li Kurdên Ewropayê dikin ku ji bo rizgariya ji qirkirinê bi hemû hêza xwe tevlî seferberiyê bibin. Divê tu kes li malê nemîne, her kes çalakiyên seferberiyê mezin bikin û hê bi redîkalbûnê dewam bike. Em Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) ji bo Rojav û Serêkaniyê dibêjin Rabin Ser Xwe.

Sibe direng e, di serî de bang li jinan hemû gelê Kurd û dostên wan dikin ku dakevin qadan.”