Serokkomarê Çekya:Tirkiye mîna heywanan kuştinan dike

Serokkomarê Çekyayê Mîlos Zeman got dewleta Tirk Kurdan ''mîna heywanan dikuje'' û domand, ''Biya min dewleta Tirk sûcê şer dike.''

Serokkomarê Çekyayê ji Barrandov TV'yê re axivî û got, ''Erdogan ji Kurdan re terorîst dibêje, ez vê rast nabînim.''

ÊN KU ÊRÎŞÊ DIBINE SER KURDAN TERORÎST IN

Serokkomar got, ''Berevajî, weke ji wan yên ku êrîşê dibin ser Kurdan û di kuştina siyasetmedara Kurd a jin de hatî dîtin, ku bi heywanî hatibû kuştin, ji xwe dipirsim gelo ên ku vê kuştinê dikin terorîst in an na.''

Dewleta Tirk û çeteyên wan piştî ku siyasetmedara jin a Kurd Hevrîn Xelef kuştibûn, 9 sivîlên din jî înfaz kirbiûn.

BIYA MIN SÛCÊ ŞER E

Zeman her wiha got, ''Biya min dewleta Tirk sûcê şer dike, bi her hawî, biya min Tirkiye divê nebe endamê Yekîtiya Ewropayê.''

Zeman her wiha got dewleta Tirk têkiliyên xwe bi îslamiyên radîkal û kujeran re heye.

Zeman dawiyê ji bo ku DYE û Yekîtiya Ewropayê ''îxanet li Kurdan kiriye'' rexne kir û got, dema şerê dijî DAÎŞ ji bo ku em hewceyî wan bûn me ew rûmetdar kirin, niha jî em pişta xwe didin wan.