Li Washîngtonê qetilkirina Hevrîn Xelef hate şermezarkirin

Rêveberiya DYE’yê qetilkirina siyasetmedara jin a Kurd Hevrîn Xelef a ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hate qetilkirin, şermezar kir.

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriye ya Pêşerojê Hevrîn Xelef roja Şemiyê ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hatibû qetlkirin. Heman roj bi giştî 9 sivîl hatibûn qetilkirin.

Rayedarek ji Wezareta Karê Derve ya DYE’yê ku ji AFP’ê re axivî got: “Em ji van agahiyên tên bihîstin pir bi fikar in.Hemû nêzîkatiyên xirab û înfazên bê daraz ên li ser sivîlan bi tundî şermezar dikin, em ê mercên van bûyeran ji nêz ve lêkolîn bikin.