Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

TJA: Kuştina Xelef sûcê şer e

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi bîr anî, ku ji aliyê komên çete yên dewleta Tirk ve hate kuştin.

TJA'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Komên ku Tirkiye piştevaniya wan dike doh (Şemî) li ser rêya navneteweyî ya li Qamişloyê Xelef qetil kirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şerê tê kirin ji bo guhertina demografiya herêmê ye û li gorî berjewendiyên desthilatdarên mêtinger tê kirin û hate gotin, di nava vî şerî de kuştina Hevrîn ku di nava siyaseta demokratîk de bû sûcê şer e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîş di şexsê Hevrîn de li dijî sîstema demokratîk a bi pêşengiya jinê ye û encama polîtîkayên dijminatiya li jinê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê li dijî êrîşên zîhniyeta çete ya barbar têkoşîn û rêxistiniya xwe xurt bikin. Di şexsê Hevrîn de em piştevaniya têkoşîna jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Em vê êrîşa ku li jinê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin û bang li jinên Kurd û hemû jinan dikin ku li dora rêxistinbûn û têkoşîna jinê bibin yek. Em bang li jinan hemûyan, rêxistinên navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan dikin ku li dora şoreşa jinê ya Rojava bibin yek û lê bibin xwedî."