JIN
Hemû Nûçe
-
Komîsyona YE'yê ji bo Peymana Stenbolê wê tevdîran bistîne
Komîsyona Ewropayê (YE) ragihand 2 salên dî wext dane 6 welatên ku Peyma Stenbolê ya derbarê pêşîlêgirtina tundiya li ser jinê, hê nepejirandine. -
Ulkem: Jin divê rola xwe ya dîrokî bi rengekî çalak bi cih bînin
Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nirxand û got, "Jin divê rola xwe ya dîrokî bi rengekî hîn çalaktir bilîzin." -
Kişanak: Em ew jin in ku nikarin teslîm bên girtin
Gultan Kişanak got, "Em ew jin in ku nikarin teslîm bên girtin" û ji bo 8'ê Adarê ev peyam da: "Em ê bi tilîliyên xwe, bi stran û govenda xwe bi we re li qadan bin." -
YPJ’ê 8’ê Adarê li dîlên azadiyê pîroz kir
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir û got, mirovahî wê li dijî tarîtiya hêzên serdest bi ser bikeve. -
YPS-JIN: Em bi sonda serfiraziyê dikevine sala 5'an
YPS-JIN'ê got, ''Em bi biryardariya mezin û bi sonda serfiraziyê dikevine sala 5'an. Em bi wê qudretê ne ku faşîzmê bifeşkilînin.'' -
Li Kampa Lavrîoyê 8’ê Adarê hate pîrozkirin
Li kampa koçberan a li bajarokê Lavrîo ya dikeve herêma paytexta Yewnanistan Atînayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. -
Li Wanê Komeleya Jinê ya Star li dijî tundiya li jinê ava bû
Li Wanê, li dijî tundiya li jinê û kuştina jinan ku salên dawî zêde bû komeleyeke nû ava bû. Merasîma vekirina Komeleya Jinê ya Star wê rojên bê pêk were. -
TJA: AKP xwe ji penaberiyê xwedî dike, penaberan bi kar tîne
TJA'yê ragihand ku AKP-MHP xwe ji penaberiyê xwedî dikin, penaberan bi kar tînin û bang li saziyên navneteweyî û raya giştî kir. -
Di meha Sibatê de 22 jin hatin qetilkirin
KCDP’ê diyar kir ku di meha Sibatê de herî kêm 22 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. -
KJK: Hêza jinê ya guhertinê heye!
Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê diyar kir, "Potansiyela jinê ku li tevahiya cîhanê bi pêşengiya jinan afiriye û rabûye ser piyan, hêza xwe ya guhertinê heye." -
'8'ê Adarê bi têkoşîn û berxwedana jinan hate afirandin'
Şervanên YPJ'ê destnîşan kirin ku ew têkoşîna xwe ya li dijî her cûreyên desthilatdariyê mezin dikin, rêxistinbûna xwe xurt dikin û wê bi ser bikevin. -
Newaya Jin: Cîhan wê bi jinê biguhere
Rojnameya jinê Newaya Jin, ji bo meha Adarê hejmareke taybet weşand. Rojnameyê ji asta xwecihî heta gerdûnî giranî da ser têkoşîna jinê. -
Başaran bû berdevka Meclîsa Jinan
Ayşe Acar Başaran bû berdevka nû ya Meclîsa Jinan a HDP’ê. -
Rêxistinên jinan li Dortmûndê ji bo Çendy li hev kom bûn
Ji bo jina Kurd a ji Başûrê Kurdistanê Onalîa Çendy ku 25'ê Sibatê li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê ji aliyê mêrê pê re zewicî bû hate qetilkirin, meş û mîtîngek hate lidarxistin. -
TJK-E: Yên ku li ber xwe bidin ew ê bi ser bikevin
Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) bal kişande ser wê ku kesên li ber xwe didin wê bi ser bikevin û got, ''Li dijî tecrîdê û faşîzmê em hevkariyê bikin.'' -
Jin li Şehbayê ji bo Ocalan meşiyan
Koordînasyona Kongrya Star a Efrînê, li ser şewata li Îmraliyê li Şehbayê meşiyan. -
Saziyên Êzidî: Kuştina Onalya Çendy sedema rabûna civakî ye!
Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyekê qetilkirina Onalya Çendy şermezar kirin û ji bo çalakiya xwedîdekretinê ya 29'ê Sibatê ya li Dortmûndê banga tevlîbûnê kirin. -
Li Binarên Qendîlê jin xwe ji 8'ê Adarê re amade dikin
Jinên li Binarên Qendîlê bi dirûşma "Têkoşîna jinan xwebûn, berxwedan û azadî ye" xwe ji şahiya 8'ê Adarê re amade dikin. -
KJK: Bi lezgînî divê bi Rêber Apo re hevdîtin were kirin
Derbarê şewata li Imraliyê KJK'ê got, ''Bi lezgînî divê CPT şandeyekê bişîne Imraliyê û parêzer û malbata Rêber Apo divê bi lezgînî bikaribin Rêber Apo bibînin.'' KJK'ê got heta ku parêzer neçin Imralyê divê kuçe neyên berdan. -
TJA: Cezayê ku li Tûglûkê birîne, wekî ku li me hemûyan birîne!
TJA’yê diyar kir ku bi cezayê li Aysel Tûglûk hatiye birîn re pergala hevserokatiyê û jin dibin hedef. -
UTAMARA, Meclîsa Jinên Êzîdî: Em bi hêrs in, êdî bêdeng namînin
UTAMARA û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî derbarê Onalîa Çendy daxuyaniyek dan û gotin, "Her jina ku tê kuştin, parçeyek ji canê me dibe. Em ji bo Onalia Çendy di şînê de ne. Em bi hêrs in. Em êdî bêdeng namînin!" -
HDP'ê bernameya 8'ê Adarê ragihand
Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya 8'ê Adarê ya bajarên Kurdistanê û Tİrkiyê ragihand. -
Li Skoçyayê gaveke nû: Paçên hîjyenîk ên jinan bêpere ne
Li gorî qanûnekê ku Parlamenta Skoçyayê qebûl kir, wê di dema regl de paçên hîjenîk bêpere bidin jinan. Ev qanûn li cîhanê tiştekî nû ye. -
YJAD, FEDA û SKB'ê kuştina Çendy şermezar kirin
Yekîtiya Jin ên Elewî yên Demokratîk (YJAD), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jin ên Sosyalîst (SKB) kuştina dayika çar zarokan li bajarê Dortmûndê şermezar kirin. -
Bajarê jin ên komunîst: Morsang-sur Orge
Li Fransayê amadekarî ji bo hilbijartinên şaredariyê yên 15 û 22'ê Adarê re tê kirin. Bajarê Morsang-sur Orge ku 67 sal in tenê ji aliyê jin ên komunîst ve tê birêvebirin, li bendê ye ku careke din ji aliyê jinan ve bê birêvebirin.