TJA: AKP xwe ji penaberiyê xwedî dike, penaberan bi kar tîne

TJA'yê ragihand ku AKP-MHP xwe ji penaberiyê xwedî dikin, penaberan bi kar tînin û bang li saziyên navneteweyî û raya giştî kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser rewşa penaberan ku dewleta Tirk wan weke amûrekê bi kar tîne û berê wan dide mirinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku penaberî li Tirkiyeyê di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê ve veguheriye qadeke bikaranîn û jêxwarinê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di hevdîtinên bi Yekîtiya Ewropayê re veguherandin amûreke bazarê. Ji ber ku Ewropayê dîwarê ewlekariyê ava kir, veguherî rewşeke siyasî û rantê. Polîtîka û daxuyaniyên hikumetê nîjadperestî sor kir û li gelek bajaran bû sedem ku êrişên nîjadperestiyê li dijî penaberan hatin. Niha li ser sînorê Tirkiye-Ewropayê desthilatdar û netewe dewlet mafê stargeh, xwedîkirin, parastin û jiyanê binpê dikin û rê li ber komkujiya mirovahiyê vedikin. Em li bendê ne ku ev drama mirovahiyê bi dawî bibe û dewlet berpirsyariyên xwe pêk bînin. Naxwe ji rewşeke neyînî wê berpirsyar bin. Em bang li jinan û hêzên demokratîk dikin ku li hemberî vê dramê bi berpirsyarî rabin."