TJK-E: Yên ku li ber xwe bidin ew ê bi ser bikevin

Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) bal kişande ser wê ku kesên li ber xwe didin wê bi ser bikevin û got, ''Li dijî tecrîdê û faşîzmê em hevkariyê bikin.''

Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo 8'ê Adarê Rojav Jinên Kedar a Cîhanê daxuyanî da.

TJK-E'yê ji Clara Zetkîn heta bi Rosa Luksembûrg, Bêrîtan, Zîlan, Sakîne Cansiz û Hevrîn Xelef bi bîr anî û got, ''Em hemû jinên têkoşer ku xeta berxwedanê ta bi ta dihonin bi hezkirin, bawerî û biryardariyê slav dikin.''

TJK-E'yê krîza pergala modernîteya kapîtalîst bi bîr xist, got bandorê hemû li cîhanê dike û diyar kir, hêzên azadîxwaz ên berxwedêr, rabûna azadiyê ya jinan, tevgera azadiyê ya Kurd, di serî de ya gelê Kurd, têkoşîna demokrasiyê ya gelên herêmê wê diyarker be û nexasim têkoşîna azadiyê ya jinan bi rengê hêzeke diyar xwe berdaye qada têkoşînê.

TJK-E'yê diyar kir li hemû cîhanê ya ku aqilê mêr lê serdest e tundiya pirhêlî ya li ser jinê zêde dibe, bal kişande ser tudiya li ser jinê ya faşîzma Tirk û got, polîtîkaya dewleta Tirk gotinên dijberî jinê, hişmendî û kirinên zayendîparêz, tundî û komkujiya li ser jinê teşwîq dike û bi bîr xist ku hemû hevşaredar û hevserokên partiyên siyasî hatine girtin, ji peywirê hatine dûrxistin û di vê pêvajoyê de li Tirkiyê kuştina jinan pir zêde bûye.

TJK-E'yê bi domdarî got, ''Li gel van hemû tiştan jî dibêtiya ku sedsala 21'ê bibe sedsala azadiyê ya jinan û gelan zêde dibe. Êdî li bara pergala hov a serwer a mêr rastiya jina qels nîne. Tevgerên jinan ên karîger hene, ku xwedan vîn in, rêxistinî ne, bi xweparastinê dizanin û xwedî projeya jiyana azad û demokratîk in.''

TJK-E'yê têkoşîna 40 salî ya jinên Kurd a di qadên xweparastinê, polîtîk û sosyal de bi bîr xist, got, bi vê têkoşînê re rê li guherîn û vekirîna civakî vebûye û got, ''Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ji hemû jinên cîhanê re bû îlham, bû wêrekî û hêz da.''

TJK-E'yê got li ber çavan e, têkoşîna azadiya jinê wê mohra xwe li 2020'an bide û domand, ''Li ber çavan e ku jin wê cîhanê biguherin. Em vê baweriyê 8'ê Adarê ya 2020'an pîroz dikin. Îsal 8'ê Adarê di têkoşîna jinê de wê derî li serdeme nû veke.''

TJK-E' bal kişande ser karakterê faşîzmê yê bi dijmintiya jinê, got, faşîzm herî pir ji jinê ditirse û got, ''Li dijî vê desthilata faşîst ku li ser jiyana me gefeke mezin dixwe, li dijî van desthilatên faşîst em têkoşîna xwe bikin yek''

 TJK-E'yê tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, ''Tecrîda li ser Rêbertiya Abdullah Ocalan, ku têkoşîna azadiya jinê li navenda şoreşa civakî datîne, tecrîda li ser azadiya jinê ye, tecrîda li ser azadiya civakê ye. Ji ber vê herî pir jin pêşengiya vê têkoşînê dikin. Têkoşîna me jinan wê dawî li vê tecrîdê bîne, faşîzmê hilweşîne'' û got, ''Ji bo ku em li dijî mêrê zordar, dewleta çete û saziyên wê eniya berxwedanê geş bikin, em bang li hemû jinan dikin ku em rêxistiniya hevpar bikin û bi hev re çalakiyan bikin. Ji ber vê, em careke dî dibêjin, Ji bo Guherîn û Azadiyê tu jî rabe ser piyan.''

TJK-E'yê herî dawî bang li hemû derdorên demokratîk, şoreşger, antîkapîtalîst, antîfaşîst, ekolojîk û tevgerên jinan kir ku tevlî nav çalakî û bernameyên wan ên ji bo 8'ê Adarê yên li Ewropayê bibin.