Jin li Şehbayê ji bo Ocalan meşiyan

Koordînasyona Kongrya Star a Efrînê, li ser şewata li Îmraliyê li Şehbayê meşiyan.

Bi însiyatîfa Kongreya Star bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li Kantona Şehbayê daketin qadan û banga sehkirina rewşa Ocalan kir. Meşê ji têketina navçeya Ehdas a kantona Şehbayê destpê kir.

Xwepêşandêran wêneyên Ocalan rakirin û piştrast kir ku ew ê terka fikrên Ocalan nekin. Xwepêşandêran her wiha pankartên bi zimanê Erebî û bi zimanê Kurdî hatibûn nivîsandin rakirin.

Xwepêşandêr li kolanên sereke yên navçeya Ehdas geriyan û ber bi gundê Mirata yê Kantona Şehbayê ve çûn.Xwepêşandêran sloganên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan berz kirin û banga azadiya Ocalan kirin.

Li gundê Mirata meş veguherî mîtîngê û li ser navê Kongreya Star a Kantona Efrînê Sûreya Hebeş axivî. Hebeş soza berdewama têkoşîna di oxira azadiya rêbertî de da û wiha pê deçû: "Selametiya Rêber Ocalan ji bo me girîng e, lewma em daketin kolanan û banga eşkerekirina tenduristiya Rêbertî dikin, li gel vê yekê heta Rêbertî ji girtîgeha Îmraliyê rizgar bibe dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Hebeş diyar kir, ku divê gelên Kurdistanê û cîhanê pêk ve ji bo rêbertî dakevin qadan, ji ber rêber Ocalan em ji kirîzan xelas kirine.

Her wiha ser navê Yekîtiya Jinên Azad ên Kantona Şehbayê Melik Hisên axivî û wiha anî ziman: "Komployê li dijî Rêbertî hêj berdewam in, ji beriya 2 salan ve tecrîd li dijî Rêber Ocalan daye ferzkirin, ev jî isbata komployên navdewletî yên li dijî Rêbertî û li dijî gelan e.

Melik bêdengiya navdewletî beramberî tecrîda li dijî Ocalan şermezar kir û bang li welatiyan kir, ku asta têkoşîna xwe bilind bikin, dakevin qadan û çalakiyên lidar bixin.