YPS-JIN: Em bi sonda serfiraziyê dikevine sala 5'an

YPS-JIN'ê got, ''Em bi  biryardariya mezin û bi sonda serfiraziyê dikevine sala 5'an. Em bi wê qudretê ne ku faşîzmê bifeşkilînin.''

Koordînasyona YPS-JIN'ê ji bo salvegera 5'an îro daxuyaniyeke niviskî da.
YPS-JIN'ê got, ''Em YPS-JIN bi biryardariya mezin û bi sonda serfiraziyê dikevine sala 5'an.''

'FAŞÎZM BI ÊGIR DILÎZE'

YPS-JIN'ê di daxuyaniyê de got komploya navnetewî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi armanca tasfiyekirin û îmhakirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, Têkoşîna Azadiya Jinê tê domandin, şewata li Girava Imraliyê bi bîr xist û got, faşîzma AKP-MHP'ê bi vê şewatê peyamê dide gelê Kurd, jinan, ku li tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan asê bûne û rawestiyane û got, ''Faşîzm, bi şewata li Imraliyê dawiya xwe hazir dike, bi êgir dilîze.''

'EM HÊZA XWE JI ŞEHÎDAN DISTÎNIN'

YPS-JIN'ê got, ''Heqîqeta azadiya jinê ku li welatê rojê li dora Rojê ase bûye, bi wê qudretê ye ku mêjiyê faşîzmê û dînamîkên bûneweriyê bike doje. Rêça me ya berxwedanê, mîrateya me ya azadiya jinê, li kuçeyên Sûrê, li taxên Cizîrê, li Nisêbîn û Geverê gelek caran nîşan daye ku ev qudret dikare çi bike. Li her cihê û gava ku dijmin serfiraziya xwe ragihandiye, bi gel re mil bi mil, li cihê ku qet bîra wê nedibir derba giran lê daye'' û diyar kir vê mîrateyê wêrekiya xwe ji Sakîne Cansiz, ji fedaîbûna Zîlan, ji helwesta bi rûmetî ya Bêrîtan a li dijî nokeriyê standiye, mîrateya xwe ji bedena Ekîn Wan standiye ku kirasê tolhildanê li xwe kiriye, ji Sêve girtiye, ku berxwedan kiriye jiyan, jiyan jî kiriye berxwedan, ji Rozayê ku heta kêliya dawî bi hêvî şer kiriye, ji baweriya Zeryan, ji sernetewîna Asya û şerkariya Axînan standiye û got, ''Deynê li ser stûyê me ye ku em alaya azadiyê ya ku wan dewr kirî heta bi serfiraziyê hilgirin.''

'EM LI SERFIRAZIYÊ ASÊ BÛNE'

YPS-JIN'ê, diyar kir alaya azadiyê ji her demê zêdetir nêzî serfiraziyê ye,  8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir û got, ''Li dora ronkahiya mîmarê sereke yê têkoşîna me Rêber Apo, ku ev ronkahî cîhanê ronî dike, bi temînata ku di nav her şert û mercî de em ê helwesta xwe ya fedayî ya ku ber bi heqîqê ve diçe bi dost û dijminan bidin nîşandan, em di salvegera xwe ya 5'an de li xeta serfiraziyê asê bûne. Em rêwiyên nemir ên vê mîrateyê bi hurmet û minet bi bîr tînin, em careke dî sond dixwin ku em ê bîranîna wan bi serfiraziyê tacîdar bikin.''