Komîsyona YE'yê ji bo Peymana Stenbolê wê tevdîran bistîne

Komîsyona Ewropayê (YE) ragihand 2 salên dî wext dane 6 welatên ku Peyma Stenbolê ya derbarê pêşîlêgirtina tundiya li ser jinê, hê nepejirandine.

Peymana Konseya Ewropayê ya Derbarê Pêşîlêgirtina Tundiya li ser Jinê û Tundiya Navmalî û Têkoşîna Dijî Van, 2011'an li Stenbolê bi civînekê hatibû qebûlkirin.

Peyman bi pêşengiya Konseya Ewropayê hatibû îmzekirin û YE'yê jî qebûl kirinû û hatibû xwestin welatên endam vê peymanê  sazkar bikin. Lê ji 27 welatên YE'yê ku peyman îmze kirin, Bulxarîstan, Letonya, Lîtvanya, Slovakya, Çekya û Macarîstanê ji bo ku peymanê sazkar bikin xwe nadin ber ku li parlamentoyê vê bipejirînin.

Ji ber sedema ku van welatên endam nepejirandiye hê pê nehatiye ku YE bi rengê yekîtiyê tevlî nav peymanê bibe.

Alîkara Serokê ji 'Nirxan û Zelalbûn'ê Berpirs a Komîsyona YE'yê Vera Jourova got ev welat ji ber helwesta li bara, 'zayendîtiyê, zewacê û malbata kevneşopî' xwe li paş dihêlin. Jourova got ev wela heke heta 6 mehan gavan neavêjin 2021'an wê tevdîrên bi asta peymanê pêşniyar bikin û bi vî rengî wê armancên peymanê bi cih bînin.