'8'ê Adarê bi têkoşîn û berxwedana jinan hate afirandin'

Şervanên YPJ'ê destnîşan kirin ku ew têkoşîna xwe ya li dijî her cûreyên desthilatdariyê mezin dikin, rêxistinbûna xwe xurt dikin û wê bi ser bikevin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivîn.

'LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ LI DERDORA JINÊ ŞOREŞ HATE AVAKIRIN'

Faraşîn Efrîn: Di encama têkoşîna jinê de li Rojavayê Kurdistanê şoreşek pêk hat. Eger di vê demê de em weke jin xwe bi rêxistin dikin û hêza xwe dibînin, ev berhemê xwe ji dîrokê digre. Têkoşîna me li ser wê esasê ye ku di şexsê jinên Kurd de azadiya jinan hemûyan biafirînin. Ji xwe di nava YPJ’ê de ji her netew, bawerî, ziman, çand û ol jin cihê xwe digrin. Her jinek li ku derê têkoşîna xwe bilind bike û bidomîne em heta dawî jî bi wan re ne. Wek sembol em 8’ê Adarê pîroz dikin lê belê wek şervanên YPJ’ê ji bo me her roj û her kêliya ku em bi hevdûre wek jin derbas dikin ew bi xwe 8’ê Adarê ye. Em di wê baweriyê de ne ku wê têkoşîna me ya îsal me ber bi azadiyê ve bibe, berxwedana me jî me ber bi serkeftinê ve bibe.

'EM BI FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO FÊRÎ TÊKOŞÎNÊ BÛN'

Denîz Kobanê: Di serî de em 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Em weke şervanên YPJ’ê vê rojê weke rojeke ku tenê bi moral û dîlan derbas dibe ango weke rojeke sembolik nagrin dest. Ji ber ku di vê rojê de jin têkoşîna ku li hember hişmendiya serdest dane meşandin pîroz dikin. Dema em li asta ku jin di roja îro de gîhiştiyê mêyze dikin em dibînin ku jin êdî hay ji xwe heye. Têkoşîna me jî ji bo têkbirina zilma li dijî jinê ye. Fikir û felsefeya ya Rêber APO ku em pê bawer dikin di roja îro de li tevahî cihanê belav bûye. Belavbûna vî fikrî rê li ber serî rakirina gelek jinan vedike. Roj bi roj ev têkoşîn hîn zêdetir belav dibe. Mafê ku ji destê jin hatibû girtin di roja îro de ji wî mafî careke din bi dest dixe. Ev rastî bi têkoşîna me hatiye îspat kirin. Çawa ku YPJ çavkaniya avabûna xwe ji têkoşîna jinên cîhan girt, têkoşîna me jî wê bibe azadiya tevahî jinan.

'PÊWÎSTE EM HER ROJÊN SALÊ VEGUHERÎNIN TÊKOŞÎNÊ'

Roza Kobanê: Ez roja 8’ê Adarê, li jinên Kurd, jinên rojhilata navîn û tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Em niha di nava yekîneya xweser de cihê xwe digrin. Me van qadên xweser di encama tekoşînê de avakirin. Em karin bêjin ev qadên xweser ji bo me îfadeya xwe naskirin û têkoşîna azadiyê meşandinê ne. Ez roja 8’ê Adarê di qadeke ji bo min pîroz e, îsal pîroz dikim. Ji bo min hesteke cuda ye. Bi vê enrejiya ku me girtiye em 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Dema em behsa berxwedaniyê dikin nayê wê wateye ku em tenê behsa vê rojê dikin, pêwîste di hemû rojên salê de ji bo jin veguhere tekoşîn û cejna serketinê. Ji bo vê jî pêwîste hemû jin, tekoşîn û berxwedanê ji xwe re esas bigrin. Ji ber ku civak jî îro di bin hişmendiya desthiladar de rastî gelek bê mafiyan tê. Têkoşîna jinên cîhanê û berxwedana jina Kurd çavkaniya avabûna YPJ’ê ye. Em ê bi rihê vê têkoşîna mezin li hemberî her cure desthilatdariyê rêxistinbûyîna xwe firehtir bikin û berxwedana xwe bighînin serketinê.

'BERSIVA TÊKOŞÎNA 8'Ê ADARÊ XWERÊXISTINKIRIN E'

Tolhildan Agirî: Em roja 8' Adarê ya jinên kedkarê cîhanê, li tevahî jinên tekoşînvan pîroz dikin. Em li hemberî jinên ked û berdêlên di oxira avakirina vê rojê de canê xwe feda kirine bi bîrtînin. Em vê tekoşîna ji bo avakirina vê rojê hatiye dayîn weke tekoşîna xwe dibînin û bi mezinkirina rêxistina xwe bersivê didin vê rojê. Li ser xaka em lê dijîn şerekî dijwar heye, lê li hemberî vê şerê desthilatdariyê bi vîna gelan û di pêşengiya jinan me cihê xwe di şerê parastina nirxên mirovahiyê de girtiye. Ev ji bo me hemû şervanên YPJ’ê cihê rûmetê ye. Me vê tekoşîna xwe bi dawîkirina DAIŞ’ê û şerê li hemberî dewleta Tirk a dagirker bi bilindkirina Berxwedana Rûmetê bersiv da. Em çiqas tekoşîn bikin em ê ewqas vê roja 8’ê Adarê bi wate bikin. Di vê salê de slogana me ‘Tekoşîna me Azadiye, Berxwedana me Serkeftine.  Em bi hêvî ne hemû jinên cîhanê di vê salê de 8’ê Adarê, bi hevgirtina tekoşînê û bilindkirina berxwedanê pîroz bikin.                                                                                                          

'JIN JI BO BIBE XWEDÎ HEBÛ HER TIM LI BER XWE DA'

Evîndar Şervan: Ez weke endameke Yekîneya Xweser di serî de 8’ê Adara tevahî jinan pîroz dikim. 8’ê Adarê ji bona tevahî jinan jî rojeke grîng û pîroze. Ji dîrokê de heya niha jinan têkoşîn dane meşandin da ku bigihêjin azadiya xwe. Jin di nava her tiştekî de bi rola xwe rabûye ji bona wê jî her demê rastî feraseta desthilatdar ya zilam hatiye. Lê jin ji bona ku bibe xwedî hebûn her demê li berxwe da ye. Çi di aliyê fizîkî de ç idi aliyê fikrî de tevahî jin dibin yek û li beramberî rastiya ku dixwaze jinê bike kole sekiniye. Ev roj ji bona me rojeke bi wate ye ji ber ku di vê rojê de tevahî jin li hev dû kom dibin û di bingehde têkoşîna ku didin meşandin  li hev dû pîroz dikin. Jinan di têkoşîna xwe de li beramberî reşatiyê serî rakirin û gotin ku em jî xwedî hebûn û nasnamene. Emê 8’ê Adara îsal jî bi slogana Têkoşîna me Azadiye Berxwedana me Serketine pîroz bikin.                                                                                                              

'TÊKOŞÎNA ME DIKARE BI BERXWEDANÊ WERE MISOGERKIRIN'

Rûken Rojhilat: Me bi rihê berxwedaniya jinê beriya salekê di meha Adarê de çeteyên DAIŞ'ê bi binxistin. Em bi serketina mezin a dîrokî 8’ê Adarê pêşwazî kir. Em îsal jî bi rihê Berxwedana Rûmetê ya di pêşengiya şehîd Amara, Hevrîn, Dayîka Eqîde, Viyan, Têkoşîn, Savuşka, Zîn, Sara, Tîmaf û Ronahî de pêşwazî dikin. Em her rojek ji bo azadiyê bi berdêlên giranbuha ava dikin. Roja 8’ê Adarê jî bi têkoşîna sedan jinan hate afirandin. Têkoşîna me ya jinan dikare bi berxwedanê were misogerkirin. Ev di dîroka têkoşîna jinan hatiye îspatkirin. Ev mîrasa têkoşînê ji bo me çavkaniya hêvî û baweriyê ye. Têkoşîna heval Sara, Fîdan, Leyla û hemû jinan ji bo me her şervaneke YPJ’ê wê ji niha û pê de bibe soza biryardariya têkoşînê.