Rêxistinên jinan li Dortmûndê ji bo Çendy li hev kom bûn

Ji bo jina Kurd a ji Başûrê Kurdistanê Onalîa Çendy ku 25'ê Sibatê li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê ji aliyê mêrê pê re zewicî bû hate qetilkirin, meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Onalîa Çendy li mala xwe ya li Dortmûndê li pêş çavên zarokên xwe bi rengekî hovane hatibû qetilkirin.

Rêxistinên jinan ji bo Çendy bi bîr bînin û kuştina jinan şermezar bikin çalakiyek li dar xistin.

Çalakî roja Şemiyê danê nîvro pêk hat û jinên Kurd, Elman û komeleyên jinan ên ji gelên cuda tevlî bûn.

Tevgera Jin ên Ciwan û Xwendekarên Jin ên Kurdistanî di çarçoveya pêngava "Nehêle" de bi dirûşma "Rê nede kuştina jinan" cihê xwe di nava çalakiyê de girtin.

Jinan di çalakiyê de dirûşmên "Li dijî kuştina jinê em bi hev re ne", "Yek ji me jî êdî kêm nabe", "Jin, jiyan, azadî" qîriyan û li pêşiya mala ku Nalîa Çendy lê hate qetilkirin mîtîngek kirin.

Di mîtîngê de xwarziya Çendy Sarîeen Hamît axivî û êşa xwe ya ji ber qetilkirina xaltîka xwe anî ziman. Çendy ji bo kuştina jinan got "qirkirina jinê" û bi bîr xist ku jinên Êzidî di dîrokê de gelek caran trajediyên giran dîtiye.

Di belavoka hevpar a tevgerên jinan de hate ragihandin ku bûyerên kuştina jinan bi rêk û pêk zêde dibin û pêwendiya vê yekê jî bi nêzîkatiya dewletan heye ku kuştina jinan rewa dikin.

Yên ku mohra xwe danîn binê belavokê: Malbata Çendy, Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, YJK-E, ÛTAMARA, Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd, Însiyatîfa Femînîst a Dortmûndê, Yekîtiya Jinên Koçber, Greva Jinê ya Dortmûndê, jinên Efrîkayî. Her wiha gelek siyasetmedaran jî piştgirî dan çalakiyê.