Kişanak: Em ew jin in ku nikarin teslîm bên girtin

Gultan Kişanak got, "Em ew jin in ku nikarin teslîm bên girtin" û ji bo 8'ê Adarê ev peyam da: "Em ê bi tilîliyên xwe, bi stran û govenda xwe bi we re li qadan bin."

Jin xwe amade dikin ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan. Hevşaredara berê ya bajarê mezin a Amedê Gultan Kişanak ku ji sala 2016'an ve dîl girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê ye, qala têkoşîna jinan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir.

'JI BO JINAN HÎN BÊHTIR GIRAN E'

Kişanak diyar kir, Tirkiye ji aliyê mafên demokratîk û azadiyan ve di serdemeke giran de ye û destnîşan kir, ku ev rêbaza rêveberiya otorîter ji bo jinan hîn bêhtir giran û hilweşîner e.

Kişanak bi bîr xist ku ev otorîteya giştî ya li Tirkiyeyê dest li azadî û mafên jinan hemûyan werdide ku bi têkoşîneke mezin hatibûn bidestxitsin û girtina saziyên jinan, darizandina sîstema hevserokatiyê, qedexekirina çalakiyên jinan, derketina derve, qedexekirina daxuyaniya çapemeniyê, destwerdana li tenduristî û bedena jinê û gelek mudaxeleyên bi vî rengî weke mînak nîşan da.

Kişanak got, "Mejiyê desthilatdariyê li malê, kolanan, kargehê bi mêr ê serdest şênber bûye û êrişî jinan dike. Heta ku ev zîhniyet neyê guhertin ti tedbîrên polîsî û yan jî cezayên giran wê têra rawestandina kuştina jinan nekin. Ji xwe heman zîhniyet li nava mekanîzmayan ji bo parastina jinan hatine wezîfedarkirin jî tê dîtin."

Kişanak destnîşan kir, ku rewşa ji vê jî metirsîdar ew e ku dewlet hewl dide xwe ji Peymana Stenbolê vekişîne, mafên qanûnî yên jinan betal bike û got, eger di vê mijarê de jin û hêzên demokrasiyê têkoşîneke xurt nemeşînin wê mafên qanûnî ji holê rabin û xala "wekheviya zayendî" ya li Destûra Bingehîn bikeve rewşeke metirsîdar.

'PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR HEYE'

Gultan Kişanak bi bîr xist ku tevgera jinê li pêşberî pêla tepisandin û zextê demeke dirêj e xwe ji kolanan venekişandiye, gotina xwe gotiye û di nava rêxistinên mûxalîf ên demokratîk de hêza xwe ya herî dînamîk nîşan da. Kişanak got, "Ev sekn ji bo me bû çavkaniya hêz û moralê. Bi dîtina min berxwedana jinê ya vê demê wê cihê xwe di nava dîroka têkoşînê ya jinan bigire."

Kişanak ragihand ku girîng e, ev sekn û helwesta jinan bi têkoşîna hêzên demokrasiyê re bibe yek û got, "Eger em karibin pêleke nû ya demokratîk biafirînin, wê hingî bi hêsanî encam bê wergirtin. Di têkbirina vê pêvajoya antî demokratîk de divê wezîfe tenê li ser milê jinan nemîne. Tevgera jinê jî divê bi roleke pêşeng rabe ku hêzên demokrasiyê bixe nava liv û tevgerê. Eger jin, ciwan, kedkar, xizan, mirovên ji bawerî û nasnameyên cuda, hêzên bindest, têkoşîna xwe ya maf, hiqûq, azadî û aştiyê bikin yek, ev rêveçûna nebaş dikare bê bidawîkirin."

'EM Ê BI TILÎLIYÊN XWE LI QADAN BIN'

Kişanak ji bo 8'ê Adarê jî ev peyam da: "Ez 8'ê Adarê li jinan hemûyan pîroz dikim; hêvîdar im ku îrade û sekna jinê ya li kolanan û qadan pêşengiyê ji pêvajoyeke nû re bike. Tenê bi piştevaniya jinê û bi xurtkirina rêxistina jinê dikarin bersivê bidin êrişên li dijî beden, nasname, îrade, ked û hebûna xwe. Dirûşma 'Ne rojekê, lê belê her roj 8'ê Adarê ye' dirûşmeke ewçend xurt e ku dikare pêşî li kuştina jinan, şer û rêveberiya paşverû ya otorîter bigire. Ji bo em bersivê bidin serdemê dem ew dem e ku em qadan dagirin, li ber tilîliyên xwe govenda azadiyê bigerînin û bi vê hêz û enerjiyê têkoşînê mezin bikin. Dem ew dem e ku em meşaleya azadî û wekheviyê ya 8'ê Adarê bigihînin Newrozê û pira aştiyê ava bikin. Bi navê jin ên nikarin teslîm bên girtin, em ê bi tilîlî, stran û govenda xwe bi we re li qadan bin."