YPJ’ê 8’ê Adarê li dîlên azadiyê pîroz kir

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir û got, mirovahî wê li dijî tarîtiya hêzên serdest bi ser bikeve.

Navenda ragihandina YPJ’ê bi boneya 8’ê Adarê nameyek li ser navê tevahî şervanên YPJ’ê dîlên azadiyê yên li hemû beşên Kurdistanê re weşand.

Name wiha ye:

"Em di cîhaneke têkoşînê ya pir mezin de dijîn, ger em vê cîhana mezin ya têkoşînê bi ser bixin wê mirovahî li hemberî tarîtiya hêzên serdest bi ser bikeve.”

Bi rihê berxwedêrên jinên têkoşer, yên ku di her biharekê de hestên xwe dikin tov û direşînin li ser xaka pîroz, li ser welatê ku tama azadiyê, tama şoreşa mirovahiyê diyarî tevahî jinên cîhanê kiriye, em we dîlên azadiyê bi bêrîkirinên bê dawî silav dikin.

Bi bedewiya rihê Hevrîn, bi rihê kedkara jiyanê Dayê Eqîde, bi rihê şerker yê Amara, em ji welatê ku di navbera çemê Firatê û Dijleyê de careke din jiyan lê tê xweşikkirin, geşkirin bihara ku welatê me her sal rengîntir dike diyarî we hevrêyên azadiyê dikin. Em ji niha de roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û roja Newroza gelên Mezopotamyayê li we hemûyan pîroz dikin. Ji Rêberê gelan, mamosteyê jiyana azad, xwediyê fikir û felsefeya hebûn û nasnemeya mirovahiyê Rêber Apo, bi bêrîkirinên bê dawî em silavên xwe û hezkirinên xwe ji welatê rojê heya Imraliyê dişînin.

Em her şervaneke YPJ’ê ji bo vê zanebûnê ava bikin, xwe bighînin rastiya rihê Zekiya, Sema, Ronahî, Bêrîvan, Mazlûm, Fikrî, Avêsta, Îlan, Barîn, Hevrîn, Amara û Dayê Eqîde têkoşîn û biryardariya xwe her kêliyê nû dikin. Li ser vê xaka pîroz bi hezaran rêhevalên me yên hêja şehîd bûn, hîna jî em şehîd didin. Êdî li ser her bihustekî vê xakê rihê şehîdên azadiyê hatiye neqişandin û lê tê gerandin. Em ji bo welatê xwe azad bikin û bighînin nasnemeya xwe mirovbûyînê me jiyaneke herî zor û şerekî herî xedar hilbijartiye jêveger wê bibe windahiya tevahî mirovahiyê. Ji bo wê têkoşîna me di oxira jiyaneke mezin de tê dayîn em weke her jineke Kurd ji vê rastiyê gelek kêyfxweş in. Em bi vê rastiyê îro bersiva hemû êriş û mêtîngeriya di dîrokê de li ser jin hatiye pêşxistin didin. Em di cîhaneke têkoşînê ya pir mezin de jiyan dikin, ger em vê cîhana mezin ya têkoşînê bi ser bixin wê mirovahî li hemberî tarîtiya ku hêzên serdest didin ferzkirin bi ser bikeve. Em weke jin ji vê têkoşînê re duh amade bûn, îro û sibê jî amade ne.

Em bi vê bîr û baweriyê bi hev re bihareke din ya tijî têkoşîn û berxwedan pêşwazî dikin. Em dîsa van rojên pîroz roja 8’ê Adarê û Newrozê li Rêber Apo, gelê me yê berxwedêr, tevahî mirovahiyê, jinên têkoşer û li we hemû hevrêyên azad pîroz dikin."