Li Skoçyayê gaveke nû: Paçên hîjyenîk ên jinan bêpere ne

Li gorî qanûnekê ku Parlamenta Skoçyayê qebûl kir, wê di dema regl de paçên hîjenîk bêpere bidin jinan. Ev qanûn li cîhanê tiştekî nû ye.

Li Parlamenta Xweser a Skoçyayê di dengdanê de 112 parlamenteran dengê "erê" dan û parlamenterek bêalî ma.

Li gorî qanûnê, li cîhanê yekemcar wê li welatekî di dema reglê de tampon an jî paçên hîjyenîk ên jinan bêpere bên dayin. Paçên bi vî rengî wê li dermanfiroşan, klûbên ciwanan an jî li navendên xwecihî bêpere karibin bên wergirtin.

Tê gotin ku maliyeta salane ya qanûnê 24 milyon sterlîn e. Ji bo qanûn bikeve meriyetê divê parlamenter cara duyemîn pêşnûmeyên guhertinê pêşkêş bikin û ji nû ve dengdan li ser bê kirin.

Parlamentera Monîca Lennon li ser qanûnê axivî û ji bo armanca qanûnê got, "Ji bo ti jin di dema regl de bêparastin neyên hiştin" hatiye amadekirin.

Skoçya yekemîn welat e ku di sala 2018'an de dest pê kir ku heman berheman li dibistan û zanîngehan bêpere belav bike.