YJAD, FEDA û SKB'ê kuştina Çendy şermezar kirin

Yekîtiya Jin ên Elewî yên Demokratîk (YJAD), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jin ên Sosyalîst (SKB) kuştina dayika çar zarokan li bajarê Dortmûndê şermezar kirin.

Jin a ji Başûrê Kurdistanê Onalîa Çendy ku dayika 4 zarokan bû, êvara Sêşemê li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê ji aliyê hevserê xwe ve bi kêrê hatibû qetilkirin. Daîreya ciwanan Jûgendamtê zarok xist bin sîwana xwe. Tê gotin ku Çendy beriya niha ji ber ku hevserê wê tundî lê dikir xwe li stargeha jinê girtibû.

YJAD û FEDA'yê gotin, "Çîrokên xemgînî yên tundiya li dijî jinê bi kevneşopiya civakê û xemsariya dewletê mezin dibin. Tundî ne tenê zerarê dide bedenê, di heman demê de hurmeta li xwe ya jinê, daxwaza lêgerîna li mafê xwe û berxwedana li dijî binpêkirinê lawaz dike yan jî tine dike."

Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin ku tundiya li jinê li cîhanê bi taybetî bi pirsgirêkên aborî, siyasî û etnîkî zêde dibe û hate gotin, "Mînaka dawî ya vê yekê jî qetilkirina bi rengekî hovane ya dayika çar zarokan a li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ye ku li pêş çavên du zarokên wê qirika wê hate jêkirin."

YJAD û FEDA'yê sersaxî ji malbata Çendy re xwestin û tundiya li jinê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo pêşî li komkujiyên bi vî rengî bê girtin, divê em bi şiyara 'jin a azad, jiyan a azad' rêxistinbûna xwe xurtir bikin."

SKB'ê jî bi daxuyaniyekê kuştina jinê şermezar kir. Di daxuyaniya SKB'ê de hate gotin, "Tundiya li jinê roj bi roj zêde dibe. Di 15'ê Sibatê de Hûriye ya li Berlînê malbata wê zexta zewacê lê dikir întihar ikr. Bi Çendy re jineke din ji me kêm bû."

SKB'ê diyar kir ku di 8'ê Adarê de wê bibin dengê Çend, Hûriye, Saray Guven û bêjin 'Em ê êdî bi jineke din kêm nebin'.

SKB'ê bang li jinan hemûyan kir ku li dijî destavêtin û destdirêjiyê, li dijî tundî û cihêkariya li jinê tê kirin, li dijî kuştina jinê têkoşîna azadiyê mezin bikin û berxwedana xwe xurt bikin.