TJA: Cezayê ku li Tûglûkê birîne, wekî ku li me hemûyan birîne!

TJA’yê diyar kir ku bi cezayê li Aysel Tûglûk hatiye birîn re pergala hevserokatiyê û jin dibin hedef.

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê pesendkirina cezayê 10 salan ê girtîgehê ku li Aysel Tûglûk hatiye birîn, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘BÛ NÛNERA HEVSEROKATIYÊ’

Di daxuyaniya TJA’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Bi qeyyûm, girtin û cezayan re hevserokatî dibe hedef û ev tişt bûye pratîka polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku êrîşên xwe zêdetir kiriye, bi îddîaya ‘endama rêxistinê ye’ 10 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedar û çalakgera mafên jinan Aysel Tûglûk re birî. Aysel Tûglûk di warê temsîlîyeta jinan a di mekanîzmayên rêveberiyê de bûye nûnera pêşîn a hevserokatiyê. Vî cezayê li ser Tûglûk tê wateya êrîşên li dijî pergala me ya hevserokatiyê ya ku bi kedên mezin derketiye holê.

Em vî cezayê li ser hevseroka me ya pêşîn Aysel Tûglûk şermezar dikin û diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî pergala mêran bilind bikin.

Ne jin lê divê kesên ku şîddet, tacîz, tecawiz û êrîşan dikin werin darizandin.”