Di meha Sibatê de 22 jin hatin qetilkirin

KCDP’ê diyar kir ku di meha Sibatê de herî kêm 22 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.

Platforma Em Cînayetên Li Ser Jinan Rawestînin (KCDP) bîlançoya meha Sibatê ya êrîş û qirkirina li ser jinan eşkere kir. Li gorî raporê di meha Sibatê de 22 jin hatine qetilkirin, 12 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane, hinceta kuştinê ya 15 jinan jî nehatiye tespîtkirin.

XIZMÊN WAN EW QETIL KIRIN

Li gorî raporê 8 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye, 5 jin ji aliyê xizmên xwe, 3 jin ji aliyê mêrê ku pê re ye, 3 jin ji aliyê kurê xwe, jinek ji aliyê bavê xwe û jinek jî ji aliyê mêrê ku berê pê re bû, hatiye kuştin.

13 jin li malê, 3 jin li kolanê, jinek li otelê, jinek li nav erdan, jinek jî li cihekî xewle hatine kuştin. Hate diyarkirin nehatiye tespîtkirin ku 3 jin li ku hatine kuştin.