Bajarê jin ên komunîst: Morsang-sur Orge

Li Fransayê amadekarî ji bo hilbijartinên şaredariyê yên 15 û 22'ê Adarê re tê kirin. Bajarê Morsang-sur Orge ku 67 sal in tenê ji aliyê jin ên komunîst ve tê birêvebirin, li bendê ye ku careke din ji aliyê jinan ve bê birêvebirin.

Tûra destpêkê ya hilbijartinên şaredariyê wê 15'ê Adarê pêk were û wê şaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên nêzî 35 hezar bajar û bajarokan bên diyarkirin. Bala raya giştî ya Fransayê bi giranî li ser Parîs û bajarên mezin e. Lê belê namzetên komunîst kêm tên nîqaşkirin.

Di hilbijartinên 2014'an de di nava 40 bajarên ku nifûsa xwe di ser 100 hezar kesî re ne tenê li Saînt-Denîsê û ji 270 bajarên ku nifûsa xwe di ser 30 hezar kesî re ne tenê li 22 bajaran Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) û Eniya Çep (FG) bi ser ketibûn. 

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Fransa ya Serî Natewîn (FI) û gelek partiyên çep bi biryar in ku di hilbijartinên vê carê de hem şaredariyên di destê xwe de biparêzin hem jî yên nû qezenç bikin.

JI SALA 1953'AN VE JI ALIYÊ ŞAREDARÊN JIN ÊN KOMUNÎST VE TÊ BIRÊVEBIRIN

Di nava şaredariyên ku ji aliyê endamên PCF ve tên birêvebirin de ya herî zêde balê dikişîne bajarê Morsang-sur Orge ye ku ji sala 1953'an ve tenê ji aliyê jinan ve tê birêvebirin. Bajarê ser bi herêma Esssonneyê, di navbera salên 1953-1965'an de ji aliyê Marîe Geoffroy ve, di navbera salên 1965-1996'an de ji aliyê Genevîeve Rodrîgûez û ji sala 1996'an û vir ve jî ji aliyê Marjolaîne Raûze ve tê birêvebirin. Di hilbijartinên vê carê jî de jî namzeta PCF Marîe-Claîre Arasa xwe amade dike ku ala rêveberiyê ji destê Raûze werbigire.

RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK A TEVLÎKAR XISTIN MERIYETÊ

Marîe Claîre Arasa diyar kir ku namzetên komunîst bi taybetî bi "nêzîkatiyên însanî" xwe nêzî gel dikin.

Marjolaîne Raûze ku ji sala 1996'an ve bajêr bi rê ve dibe, ji rojnameya Lîberatîon re axivî û anî ziman ku ew şaredarên jin hewl didin bi nêzîkatiyeke cuda têkiliyê bi şêniyên bajê re deynin. Raûze destnîşan kir, ku ew bi xwe bi dirûşma "parvekirina hêzê bi gel re" tevgeriya ye.

Morsang-sur-Orge bi "Komîteyên welatiyan" ku di sala 1998'an ketin meriyetê, pêşî li tevlîbûna gel a li rêveberiyê hate vekirin. Ev yek jî bi sûdwergirtina ji modela demokrasiya tevlîkar a li bajarê Porto Alegre ya li Brezîlyayê hate pêkanîn. Di vê çarçoveyê de li bin sîwana "Atolyeyên welatiyan" mirov projeyên girîng ên bajêr nîqaş dikin û di çarçoveya daxwaza wan de proje tên amadekirin.