Li Kampa Lavrîoyê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Li kampa koçberan a li bajarokê Lavrîo ya dikeve herêma paytexta Yewnanistan Atînayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.

Jinên li Kampa Lavrîo wê 4 rojan ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyên cuda bikin.

Di saetên şevê de li kampê çalakiya pîrozbahiya 8’ê Adarê li kampê destpê kir. Li qada pîrozbahiyê alên YPJ, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên jin ên YPJ’ê hatin hildan.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Rûşen Demîr daxuyanî da. Demîr destnîşan kir ku her ku jin pêş bikeve, zana bibe, bibe xwedî vîn, raman û bihêz bibe, ji her aliyê cîhanê ve êrîş li ser tê kirin. Demîr got: “Ev êrîş ne tenê ji ber hişmendiya mêrserwerî pêk tê. A esasî êrîş ji aliyê saziyên dewletê, hiş û hêza wê pêk tê.”

Piştî daxuyaniyê sînevîzyona ku nirxandinên Ocalan ên li ser 8’ê Adarê hate nîşandan. Piştre jî koroya zarokan derkete ser dikê û stranên şoreşgerî gotin. Her wiha şano hatin nîşandan.

Di dawiyê de pîrozbahî bi gerandina govendê ve bi dawî bû.

Tê payîn ku di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de geşt, turuvayên voleyvol, avêtina nameyan a behrê û nîşandan fîlîm jî hene.

8’ê Adarê jî wê li Atînayê bi tevlîbûna rêxistinên jinan wê meşek mezin bê kirin.