Newaya Jin: Cîhan wê bi jinê biguhere

Rojnameya jinê Newaya Jin, ji bo meha Adarê hejmareke taybet weşand. Rojnameyê ji asta xwecihî heta gerdûnî giranî da ser têkoşîna jinê.

Rojnameya Newaya Jin ku mehane li Ewropayê tê weşandin, hejmara xwe ya 180'ê çap kir. Rojname bi manşeta "Cîhan wê bi jinê biguhere" derket û di hejmara xwe ya Adarê de ji qada xwecihî heta gerdûnî giranî da ser têkoşîna jinan.

Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya bal kişand ser krîza giştî ya tevgera femînîst ku li dijî sîstemê xwedî potansiyela herî xurt e û işaret bi pêşnegiya jinê ya di sedsala 21'ê de kir.

Zerya Gul jî destnîşan kir ku di "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn" de rola jiholêrakirina azadiya jinê radestî Erdogan hatiye kirin û diyar kir ku azadî bi dem û cih nikare bê bisînorkirin.

Li ser têokşîna jinên Şîlî ku bi performansa xwe ya dansê ya LasTesîs li cîhanê bal kişand ser qirkirina jinê, Dîlan Bozgan dosya-nûçeyek amade kir.

Buşra Alî raperîna gel a li Lubnanê nivîsî. Alî bal kişand ser rola pêşeng a jinê Lubnanî.

Hacer Altûnsoy têkiliya navbera mêr, malbat û dewletê analîz kir û giranî da ser rastiya jinê ku di nava vê têkiliyê de tên qetilkirin û tundî lê tê kirin.

Rojnamevan Esra Çîftçî jî pêşnûmeya efûkirina destavêtin û destdirêjiya li zarokan bi rêya zewacê nirxand, ku AKP ji sala 2016'an ve vê yekê di rojevê de dihêle.

Nîgar Yildirim jî guhertina avhewayê nirxand.

Jinên Ewropî ku di Cotmeha 2019'an de bi banga Kongreya Star li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên il ser Rojava li gelek welatên Ewropayê komîteyênn Womend Defend Rojava (jin Rojava Diparêzin) ava kirin. Hêlîn Dîrîk bi nûnerên komîteyên li London, Bern û Atînayê re hevdîtin kir û nêrînên wan ên li ser armanca damezrandina komîteyan û karê wan wergirt.

Di hejmara 180'î de yek ji fermandarên YJA Starê Berçem Cîlo ku sala 2017'an li Çewlikê şehîd bû ji aliyê hevala xwe Newroz Cîzre ve hate vegotin.

Li rûpelên Kurdî gelek gotar û analîzên taybet hatin weşandin. Ji raperîna gel a li Îranê heta bi pêşengiya jinê û rewşa heyî, bi endama Koordînasyona KJAR'ê Ciwana Sine re hevpeyvîn hate kirin.

Parlamentera HDP'ê Dersim Dag li ser kiryarên faşîzan ên li Tirkiyeyê nivîsî. Roza Metîna jî qala rola çand û hunerê ya di pêşketina civakî û têkoşîna hebûnê de kir. Gulistan Îke jî beriya 8'ê Adarê bal kişand ser berxwedana jinan a li dijî polîtîkayên zayendîperestî.