Ulkem: Jin divê rola xwe ya dîrokî bi rengekî çalak bi cih bînin

Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nirxand û got, "Jin divê rola xwe ya dîrokî bi rengekî hîn çalaktir bilîzin."

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Şîmal Ulkem 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nirxand.

Ulkem bal kişand ser şewata li Îmraliyê û got, "Bêyî agahiya dewleta Tirk a dagirker li Îmraliyê çûkek nikare bifire. Ji bo vê ev rewş divê wekî operasyoneke nû were dîtin. Li hemberî vê rewşê pêwîste e gelê Kurd û bi taybetî jin çalakiyên xwe geş bikin."

Ulkem got, "Niha li girava Îmraliyê rewşeke nû çêbûye. Ji bo vê em Tevgera Jinên Azadiya Kurdistanê (PAJK), êrîşa li ser serokatiya xwe şermezar dikin. Ev êrîşa ku li Îmraliyê çêbûye, wê bêbersiv nemîne. Di serî de gelê me, jinên Kurdistanê û berxwedêr hemî li qadan çalakiyan pêk tînin û wê çalakiyên xwe mezintir bikin. Gelê me helwesta xwe daniye holê. Pêwîst e ev çalakiyên tên kirin nesekinin. Çalakiyên ku têne kirin, her wiha refleksa radikal a ku tê dayîn pêwîste bighêje armanca xwe."

Ulkem wiha domand: "Em Tevgera Azadiya Jinê vê rewşê ji rêzê nabînin. Ev rewşa nû ya li Îmraliyê wekî provakasyoneke nû ye. Em vê işaretê wekî operasyoneke xetere dibînin. Ji bo vê jî di serî de jin û hemû gelê me lazime di nav çalakiyan de bin. Îmrali girêdayî şefê faşist ê Tirk Erdoğan û qesra wî ye. Xwedêgiravî ji hêla tîmeke taybet ve ewlehiya wir tê standin. Qadeke ji sivilan re girtî ye û giştî leşkerî ye. Ev tê wê wateyê ku bêyê agahiya dewleta Tirk li Îmraliyê çûkek jî nikare bifire. Çawa dibe li qadeke wiha xwedêgiravî ku tê parastin, zivistanî daristan bişewite. Û piştre ji bi awayekî ne cidî, bê berpirsiyarî û bi rengekî ku hesasiyetên gelê Kurd bilîzin tînin ser zimên. Normalkirin û meşrûkirina bi vî rengî em qebûl nakin û red dikin."

'TÊKOŞÎNA JINAN XWEBÛN E, BERXWEDAN Û AZADÎ YE'

Ulkem bi berdewamî 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir û got, "Pêwîst e amadekariyên ku têne kirin pir zêde bin. Lazime ev roj wekî hebûn û azadiya xwe parastin were dîtin. Bi dirûşmeya 'tekoşîna jinan xwebûn e, berxwedan e û azadî ye' helwest were danîn. Bi pêşengtiya jinên Kurd û Kurdistanê yên rêxistinkirî, ji bo hebûna xwe pêwîste têkoşîn were geşkirin. Ji ber ku hebûn û azadî parastinê dixwaze. Parastin jî bê tekoşîn nabe. Wateya 8'ê Adarê têkoşîn e û berxwedan e.

Jinên Kurdistan û Tirkiye di vê rojê de divê li dijî şefê faşîst Erdogan ku şer dibe her qadê helwesteke tund û radîkal û berbiçav were dayin. Ji ber ku çanda tecawiz, desteserkirinê, firotinê giştî bi van polîtîkayên qirêj dike. Pêwîst e jin li hemberê wan êrîşan helwestekê deynin holê. Jin rola xwe ya dîrokî di vê pêvajoyê de divê hê aktîvtir bi cih bîne. Lazim e ku jin azadiya xwe, azadîya Reber Apo yek bibînin."