Li Wanê Komeleya Jinê ya Star li dijî tundiya li jinê ava bû

Li Wanê, li dijî tundiya li jinê û kuştina jinan ku salên dawî zêde bû komeleyeke nû ava bû. Merasîma vekirina Komeleya Jinê ya Star wê rojên bê pêk were.

Di van rojan de ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tê pîrozkirin, li dijî tundiya li jinê û kuştina jinan li Wanê komeleyeke nû ava bû.

Komeleya Jinê ya Star bi pêşengiya heft jinan ava bû û dixwaze jinên tundî li wan tê kirin bi xurtî biparêze û di vê mijarê de civakê zane bike.

'TUNDÎ PIRSGIRÊKEKE NAVNETEWEYÎ YE Û DIVÊ PÊŞÎ LÊ BÊ GIRTIN'

Berdevka komeleyê Serap Guvenç li ser xebatên komeleyê agahî da û diyar kir, tundiya li jinê ku li cîhanê belav bûye û yek ji mezintirîn pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye, veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî.

Guvenç got, "Karê ku di vê çarçoveyê de li qada neteweyî û navneteweyî tên kirin nîşan didin ku tundî gerdûnî ye. Pirsgirêkeke mezin e. Pirsgirêk ne tenê bi hêza fîzîkî ye yan jî tenê meseleyeke ku jinê eleqedar dike, ev mesele wan civakan hemûyan eleqedar dike ku ferdên wan bi meyla tundiyê ne. Nabe ku em tundiyê tenê bi rengê fîzîkî bibînin. Pirsgirêke ku bi psîkolojîk, civakî, zayendî, tundiya devkî, şer û aboriyê zêde dibe. Jin tenê ji ber ku jin in dibin hedef."

'PÊŞNIYARÊN ME YÊN ÇARESERIYÊ HENE'

Guvenç diyar kir ku divê jinên dibin hedefa tundiyê hîn bi xurtî werin parastin û got, "Ji bo parastina jinan jî pêwîstî bi xizmeteke xurt heye. Armanca me ji avakirina komeleyê ew e ku bidin fêhmkirin, di vê mijarê de yê divê pêşniyarên çareseriyê peyda bikin civak e. Nabe ku mirov tundiya li jinê tenê weke meseleyeke şexsî bibînin. Meseleyeke ku civakê, neteweyê, neteweyan eleqedar dike û bandoreke neyînî dike. Ev mesele bi rengekî yekalî jî çareser nabe."

Guvenç destnîşan kir ku civak divê piştgiriyê bide jinên ku tundî lê tê kirin û got, "Ti tişt nikare tundiya mêr a li dijî jinê mafdar nîşan bide. Komeleya me wê bibe dengê bi hezaran jinan."