JIN
Hemû Nûçe
-
'Em ê dijminên jinan ji Kurdistanê biqewirînin'
Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger diyar kir, "Dewleta Tirk wê bi agirê me yê tolhildana sor bişewite, wê nikaribe li Kurdistanê hilmê jî bistîne. Em ê hesab ji her kesên li Kurdistanê bi aqlê dewletê tevdigerin bipirsin." -
Berdevka TJA'yê: Li dijî her cûre êrişan em ê xwe biparêzin
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir, kampanya wan a ji bo çar mehan, kampanya xweparastinê ye û got, "Jinên Kurd bi sê qatî zêdetir dibin hedefa êrişan." -
Li Egeyê binpêkirinên li ser jin û zarokan
Li gorî rapora ji aliyê Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ve hate parvekirin, li Herêma Egeyê di nava 4 mehan de nêzî 200 binpêkirinên mafê mirovan li hember jin û zarokan hatiye kirin. -
'Heta azadî û rizgariyê em ê têkoşîna xwe mezin bikin '
Koordînasyona Kongreya Star destnîşan kir ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina xaka dagirkirî wê têkoşîna xwe li her cihî mezin bikin. -
Jinên li girtiyên li girtîgeha Bakirkoyê pêngav silav kirin
Girtiyên jin ên li girtîgeha Bakirkoyê xwedî li pêngava Tevgera Azadiyê ya Kurd derketin û diyar kirin ku wê bi biryardarî bi ser bixînin. -
Jinên Kurd ên li Ermenistanê piştgirî dan pêngavên KCK û KJK'ê
Yekîtiya Jinên Azad (YJA) a Ermenistanê, ku bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngavên KCK û KJK'ê yên li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê. -
Jinên Kurd ên li Gurcistanê tecrîd şermezar kirin
Jinên Kurd ên li Gurcistan, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Yakut pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Yahya Yakût ê li Mêrdînê 5’ê Îlona 1993’an hatibû windakirin pirsîn. -
Kongreya Star: Mîna DAÎŞ’ê em ê AKP-MHP’ê jî têk bibin
Kongreya Star got: “Çawa ku me DAÎŞ têk bir, em ê bi heman ruhî rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker jî têk bibin.” Kongreya Star banga xwedîderketinê li berxwedana HDP’ê kir. -
Jinên Mêrdînê qirkirina siyasî protesto kirin
TJA'yê û Meclîsa Jinan a Mêrdînê qirkirina siyasî protesto kirin. Jinan gotin, ''Jin wê bi paş de gav neavêjin.'' -
TJK-E: Em li dora HDP'ê bicivin
TJK-E'yê li dijî operasyonên qirkirina siyasî bang kir ku her kes li dora HDP'ê bicive û diyar kir, "Gel û jinên Kurd wê serî netewînin." -
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol û Kocaeliyê çalakî kir
Insiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol û Kocaeliyê çalakî kir û bang kir ku her kes tevlî pêngavê bibe. -
Ji KJAR'ê pêngava 'Li dijî sêdare û qirkirina jinê, dema parastina jiyana azad'
KJAR'ê li dijî kiryarên faşîst, dagirker û destavêtinê yên dewlet-zilam, dest bi pêngava 'Li dijî sêdare û qirkirina jinê dema parastina jiyana azad e' kir. KJAR'ê bang li jinan kir ku bi xurtî tevlî pêngavê bibin. -
Ji jinên ciwan ên Efrînê pêngava 'Em dibêjin Na'
Jinên Ciwan ên Efrînê li dijî tundiya li jinê tê kirin dest bi pêngava 'Em dibêjin Na' kirin. -
Li Fransayê, li hemberî tundiya li jinê pêkanîna kelepçeya elektronîk
Li Fransayê li hemberî tundiya li jinê tê kirin, pêkanîna kelepçeya elektronîk kete meriyetê. -
Tundiya li jinê li Hannoverê hate şermezarkirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, tundiya li dijî jinê hate şermezarkirin. -
Li Dêrikê jinek bi guman jiyana xwe ji dest da
Li Dêrik a navçeya Mêrdînê jina bi navê Kubra Ergul bi şêweyek bi guman jiyana xwe ji dest da. -
Ji KJK’ê pêngava ‘Parastina Jina azad û civakê’
Koordînasyona KJK’ê ragihand ku destekê didin pêngava KCK’ê û parelel bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinên, dema parastina jina azad û civakê ye’ dest bi pêngavekê kir. KJK’ê destnîşan kir ku wê her du pêngav hevdu bihêz bikin. -
Xweparastin xilasbûna ji faşîzmê ye!
Azadbûna jinê bi avakirina xweparastinê pêkan e. Jina ku ne xwedî xweparastinê ye mehkûmî mirinê ye. Xweparastin jî bîrewerî, vîn û rêxistiniyê dixwaze. -
Jinên HDP'î bi Petra Bayr re hevdîtin kirin
Rayedarên HDP'î yên jin bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr a Konseya Ewropayê Petra Bayr re bi rêya înternetê hevdîtin kirin. -
Li Êlihê 6 jinên HDP’î hatin destgîrkirin
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ de li Êlihê hatin ba hev, polîsan êrîşî wan kirin, 6 jinên HDP’î destgîrkirin. -
TJA Mêrsîn: Em ê xwe biparêzin û bi berxwedanê bi ser bikevin
TJA’yê li Mêrsînê kampanyaya ‘Em ê xwe biparêzin’ da destpêkirin û diyar kir ku ew ê li hemberî hemû êrîşan xwe biparêzin. -
TAJÊ: Em ê bi rengekî çalak tevlî pêngavê bibin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi civînekê bûyerên dawî nirxandin û piştgirî da banga KCK'ê. TAJÊ ragihand ku tecrîd û êrîşên dagirkeriyê di heman demê de êrîşa li ser hebûna jinê ye. -
Li Stenbolê kampanyaya ‘Em xwe diparêzin” hate destpêkirin
Tevgera Jinên Azad (TJA) a ku bi dirûşmeya “Em xwe diparêzin” kampanyaya çar mehî ku dayî destpê kirin, li Stenbolê jî da destpêkirin. -
2'emîn Konferansa Kongreya Star a kantona Qamişloyê dest pê kir
2'emîn Konferansa Kongreya Star a kantona Qamişloyê bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dawî li dagirkeriyê bînin û şoreşa jinan misoger bikin" dest pê kir.