Jinên li girtiyên li girtîgeha Bakirkoyê pêngav silav kirin

Girtiyên jin ên li girtîgeha Bakirkoyê xwedî li pêngava Tevgera Azadiyê ya Kurd derketin û diyar kirin ku wê bi biryardarî bi ser bixînin.

Bi navê girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek hate dayin û xwedî li pêngava KCK'ê hate derketin ku bi dirûşma "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" hate destpêkirin.

Di daxuyaniyê de ku bi navê girtiyên PKK û PAJK'î hate dayin, pêngav hate silavkirin û hate gotin, "Bi sekna li Heftanînê pêngava me dest pê kir. Biryardariya me ya li têkoşînê biryardariya serketina misoger e. Bi navê jinên berxwedêr ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê em vê pêngavê silav dikin. Sekn û biryardariya hevalên li warê azadiyê sekn û biryardariya me ye. Bi bawerî û coşa pêngava azadkirinê, dil û rûyê me ber bi hevalên li çiyê ne. Baweriya me xurt e ku pêngava me wê bi rengê herî xurt bi ser bikeve û em ê bigihêjin Rêber û gelê xwe. Dilê me bi gelê me û serokê me re ye. An serketin an serketin."