BI DÎMEN

Tîma Tendûristiyê: Em ji bo gelê xwe li vir in û em ê her li vir bin

Endamên Tîma Tendûristiya Lezgîn a Kantona Firatê li ser bendava Tişrînê tevlî seferberiya berxwedanê bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû cure êrîşan li ser tîmên tendûristiyê jî kirin. Heta niha gelek ambulans hatine hedefgirtin. Di van êrîşan de gelek endamên tîmên tendûristiyê birîndar bûn û endamekî wan jî şehîd bû. Endamên tîmên tendûristiyê yên li ser bendava Tişrînê ji ajansê me ANF`ê re axivîn.

Endama Tîma Tendûristî ya ku berê xwe daye bendava Tişrînê Roza anî ziman ku dewleta Tirk her kes dike hedef. Roza wiha axivî: "Gelek ambulansên me kirin hedef. Di heman demê de jî hevalê me jî di encama wan êrîşan de şehîd bû û hin hevalên me jî birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker tu kesî an jî tu pîvanan nas nake. Herkesî dike hedef. Em ji wî dijminê ku dixwaze me tune bike bi hêztirin. Me jî weke tîma tendûristiyê berê xwe da bendava TIşrînê û em hewl didin erka xwe bicih bînin."

Hevserokê Meclîsa Tendûristî ya Kantona Firatê Eledîn Kino jî anî ziman ku çalakiya wan ketiye roja çaremîn û got: "Bi berxwedana gelê Bakur-Rojhilatî Sûriyeyê re hemû êrîşên dewleta Tirk têk çûn. Bi topan, tangan û balefiran êrîş kir, lê dîsa jî em li vir in û li ser bendavê ne. Em ê berxwedana xwe bidomînin û serê xwe ji wan dagirkeran re daneynin. Me heta niha serê xwe ji tu kesî re netewand û em ê li vir bi QSD`ê re bin."

Di dema girtina roportajê de jî diyar dibe ku dewleta TIrk a dagirker derdorê bendava Tişrînê bombe dike.