Berdevka TJA'yê: Li dijî her cûre êrişan em ê xwe biparêzin

Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir, kampanya wan a ji bo çar mehan, kampanya xweparastinê ye û got, "Jinên Kurd bi sê qatî zêdetir dibin hedefa êrişan."

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi plansaziyeke ji bo çar mehan, li Amedê dest bi kampanya 'Em ê xwe biparêzin' kir. Li dijî êrişên aborî, psîkolojîk, zayendîperest û nijadperest ên li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê yên li dijî jinên Kurd, TJA wê civînan, atolyeyan li dar bixe.

Berdevka TJA'yê têkildarî kampanyayê ji ANF'ê re axivî.

Ayşe Gokkan diyar kir ku dewletê dest daniye ser dewlemendiyên ser û binê erdê, çiya, xak desteser kiriye û got, "Tevî vê yekê jinê xizan dike. Bêkar dihêle û hewcedarî dewletê dike. Piştre jî dema ku ev jin ji bo kar diçin bajarên Tirkiyeyê dibin hedefa êrişan. Li dijî vê yekê em ê hem aboriya xwe ava bikin, hem jî li dijî zîhniyeta mêtinger têbikoşin, xwe biparêzin. Bêguman yek ji mijarên herî girîng qirkirina zayendîperest û nijadperest a li dijî jinan e. Rayedarên dewletê yên bi unîmforma, mîna Mûsa Orhan dibêjin, 'min kir,  ji te bawer nake'. Li welatên cuda jî ev yek diqewimin; dest diavêjin jinên gelê ne ji xwe. Ev yek polîtîkayeke şerê taybet. Li dijî vê yekê divê em xwe biparêzin."

Ayşe Gokkan mînakên Gulîstan Dokû, Dîlan, Buşra yên li Dersim, Wan û Agiriyê da û got, "Dewlet dema diaxive dibêje 'biçe lê bide, ez li pişt te me'. Dest diavêjin, piştre dişewitînin û beton dirijînin ser wan. Dewlet hikumeta nû ye; li gorî me êdî dewlet, hikumet e. Rejîma AKP-MHP'ê rejîma dewletê ye. Ji ber vê yekê li dijî Peymana Stenbolê ne."

Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan bi bîr xist ku wan li Amedê dest bi kampanya xwe kirine û got, "Bajarên derdorê jî tevlî bûn, lê belê her bajar wê li gorî şert û mercên xwe bimeşînin. Em ê atolyeyan li dar bixin. Bernameyan li gorî her bajarî amade bikin. Li dijî komkujiyên jinan, li dijî tecrîdê em ê çar mehan li her bajarî atolyeyan li dar bixin û li ser kar û hewldanên em dikarin bikin nîqaşan bikin. Çar mehan em ê bi jinên Tirkiyeyî re jî vê yekê bimeşînin. Jinên Kurd ne tenê li Kurdistanê ne, bi milyonan jin piştî şewitandina gundan koç kirin. Li bajarên ku koç kirine em ê vî karî bimeşînin."

Ayşe Gokkan anî ziman ku Kurdbûna jinekê tê wê wateyê ku bi sê qatî zêdetir êriş lê bê kirin û got, "Mînakekê bidim; Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Tirkiyeyê li Efrînê sûcê li dijî mirovahiyê kiriye. Yên ku li derveyî sînor sûcê li dijî mirovahiyê bikin, gelo wê li nava sînor çi neke? Em di bin gefa F-16'an de xwe diparêzin. Ev parastin hêsan nîne. Girtîgeh veguherîne kampên dîlgirtina jinan. Dest danîn ser destketiyên me. Ev kampanya jî wê bibe kampanya xweparastinê."