Kongreya Star: Mîna DAÎŞ’ê em ê AKP-MHP’ê jî têk bibin

Kongreya Star got: “Çawa ku me DAÎŞ têk bir, em ê bi heman ruhî rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker jî têk bibin.” Kongreya Star banga xwedîderketinê li berxwedana HDP’ê kir.

Kongreya Star têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê daxuyaniyek da û ev got: “Rejîma faşîst û qirker a AKP-MHP’ê Kurdistan di her alî de dorpêç kiriye. Bi kiryarên qirêj ên dij mirovahiyê tev digere. Ji bo ku Kurdan teslîm bigire, vîna wê ya azad bişikîne her cûre êrîş diceribîne. Bi dijminatiya ku li beramber Kurdan dide meşandin hewl dide xwe li ser lingan bigire û temenê xwe yê desthilatdariya zordar dirêjtir bike. Lê belê em dibînin ku nikare çong bi Kurdan bide danîn. Li beramber rejîma faşîst li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd di nav berxwedanê de ne.

‘BERXWEDAN MIROVAHÎ PARAST’

Pêla êrîşa ku duh li ser HDP’ê hatî pêşxistin, ji hêrsa rejîma faşîst a binketina DAÎŞ’ê ya li bajarê Kobanê tê. Li hember êrîşa ku DAÎŞ li ser Kobanê pêşxistî li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd rabû ser piyan û berxwedaneke bêhempa da nîşandan. Berxwedana gelê Kurd ne tenê Kobanê parast, hebûna Kurdan û hebûna hemû mirovahiyê parast. Ji ber wê li her derê cîhanê, ji hemû neteweyan girse bi girse piştgiriyeke mezin bi berxwedana Kurdan re pêş ket. Kobanê di mejiyê mirovahiyê de bû sembola berxwedanê û bû warê şikandina DAÎŞ û alîgirên wê.

Berxwedana Kobanê destan nivîsand û heta dewran bigere wê di hafizeya mirovahiyê de her zindî bimîne. Li beramberî vê rastiyê yê ku ji DAIŞ’ê re bûn palpişt û li bendê bûn ku Kobanê bikeve jî wê qet neyên jibîrkirin. Aqûbeta DAIŞ’ê di demeke nêz de, ne bi derengî wê li serê wan jî bigere.

‘DIVÊ HER KES DESTEKÊ BIDE BERXWEDANA HDP’Ê’

Tirsa dewleta Tirk a dagirker ji têkçûna wê ye. Ji ber wê ewqas bi rengekî hovane wek gurê har êrîşî hebûn, vîn û destkeftiyên Kurdan dikin. Ji ber wê tirsê, bê sînor êrişî HDP’ê, gelê Kurd, mirovên demokrat, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedaran dikin. Weke ku tê zanîn tenê yek hêza esasî ya opozîsyon di Tirkiyê de mayî heye; ew jî HDP ye. Heta HDP’ê hebe wê li Tirkiyê li beramber rejîma faşîst AKP-MHP jî pêla berxwedanê wê were birêxistinkirin. Ji ber wê ji her demê bêhtir di serî de gelê Kurd, pêwîst e hemû kesên muxalîf ên li Tirkiyê li derdora xeta HDP’ê ya azadî û demokrasiyê bibin yek û HDP’ê bi tenê nehêlin. Yên ku dixwazin di Tirkiyê de bi rengekî azad, wekhev û demokratîk bijîn pêwîst e piştgirî bidin berxwedana gelê Kurd û ya HDP’ê.

Em jî wek tevgera jinên Bakur Rojhilatê Sûrî-Rojava bi hemû hêza xwe ya têkoşînê piştgirî didin berxwedana li hemberî faşîzmê. Çawa ku me bi rihê Arîn Mîrkan di pêşengiya jinên berxwedêr de DAÎŞ bi bin xist, em ê bi heman ruhî rejîma faşîst a qirker AKP-MHP’ê jî bi bin bixin. Bila bê zanîn ku êrîşên bi vî rengî vîn û biryardariya me xurtir dike û ew ê qet nikaribin çong bi me bidin danîn.

Em careke din piştgiriya xwe ji HDP’ê û hemû raya ku li dijî rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê di nava têkoşîn û berxwedanê de ye radigihînin û em rejîma faşîst ya rûreş şermezar dikin. Em bang li hemû gelê Kurd û hêzên azadîxwaz dikin da ku li beramberî vê zilmê serî hildin û xwedî bertek bin."