TJA Mêrsîn: Em ê xwe biparêzin û bi berxwedanê bi ser bikevin

TJA’yê li Mêrsînê kampanyaya ‘Em ê xwe biparêzin’ da destpêkirin û diyar kir ku ew ê li hemberî hemû êrîşan xwe biparêzin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrsînê kampanyaya ‘Em ê xwe biparêzin’ da destpêkirin. Kampanya li Rêxistina HDP’ê ya Yenîşehîrê hate destpêkirin. Hevseroka Bajêr a HDP’ê Gulbahar Şofer û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.

Çalakgera TJA’yê Nûr Aytemûr diyar kir ku êrîşên li ser jinan didome û got: “Li hemberî êrîşên di sedsala dawîn de, me bi xweparastinê xwe parast. Li hemberî vê berxwedanê gelek hikumet derbas bûn û hilweşiyan. Gelek êrîş li ser jin û gelê Kurd hate kirin. Em netirsiyan û em bêtir daketin qadan. Bi kampanyaya ‘Em çanda tecawizê derbas bike, civaka demokratîk ava bike’ em li dijî tecawizê derketin. Lê êdî tecawiz wekî çandekê li ser ax, av, xweza û ziman belav dibe. Li hemberî van êrîşan me xwe bi rêxistin kir û em gihiştin asta berxwedana xweparastinê.

Em jiyanê ava dikin, tecrubeyên me xweparastina me ye, hevserokatî xeta me ya mor e. Em li hemberî feraseta mêrserwer, dewlet û rejîma AKP û MHP’ê stûyê xwe xwar nakin. Li hemberî hemû êrîşan em ê xwe biparêzin.”