Li Fransayê, li hemberî tundiya li jinê pêkanîna kelepçeya elektronîk

Li Fransayê li hemberî tundiya li jinê tê kirin, pêkanîna kelepçeya elektronîk kete meriyetê.

Bi tedbîra kelepçeya elektrîkî ya ku di rojnameya fermî de hatî weşandin, tê xwestin ku hevjîn yan jî hevjînên berê ji hev bên vegirtin.

Bi salane ev pêkanîna ku dihate xwestin, ji bo têkoşîna li hemberî kuştina jinan yek ji sozên hikûmetê bû.

Kelepçeya elektronîk di dema zilamê tundîxwaz yan jî cihê hevjînên berê dide zanîn, her wiha di dema nêzîkê mexdûrê xwe dibe alarm lê dixe.

Di nava meha Îlonê de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê jineke ciwan a 22 salî bi hinceta ku dawa kurt li ber kiriye ji aliyê komek zilamên tundîxwaz ve di nava kolanê de rû bi rûyê êrîşê hatiye. Bertekên li dijî wê êrîşê didomin.

Li gorî daneyên dawiya meha Tebaxê li Fransayê ji destpêka salê heya niha herî kêm 47 femînîsîd pêk hatiye. Yek yan ji yekê zêdetir jin yan jî zarokên keç, tenê ji ber ku jin in bêne qetilkirin, weke “femînîsîd” tê pênase kirin. Di sala 2019’an de herî kêm 126 jin ji aliyê hevjîn yan jî hevjînên wan ên berê ve hatibûn qetilkirin. Ew jî tê wateya ku her sê rojan carekê jinek hatiye qetilkirin.