Jinên Mêrdînê qirkirina siyasî protesto kirin

TJA'yê û Meclîsa Jinan a Mêrdînê qirkirina siyasî protesto kirin. Jinan gotin, ''Jin wê bi paş de gav neavêjin.''

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê têkilî qirkirina siyasî ya duh a li ser HDP'ê daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina Bajêr a Mêrdînê hate dayin. Pankata bi nivîsa ''Destgîrkirin û girtin nikarin me çavtirsandî bikin'' hate vekirin.

Hevseroka Navçeya Nisêbînê ya HDP'ê Hevîdar Dînç di daxuyaniya çapemeniyê de axivî.

Dînç got êrîşa li ser HDP'ê ya duh ne tenê li ser HDP'ê ye, êrîşa li ser demokrasiyê ye, heta niha HDP li ber opersayonên qirkirinaên siyasî çok nedaniye, jinan dev ji têkoşîna xwe neqeriyane, berevajî têkoşîna xwe geş û gurtir kirine.

Dînç got jin wê li bara êrîşên AKP'ê ji têkoşîna azadiyê bi paş ve gav neavêjin û ji bo dawî li faşîzmê were, demokrasiyê pêk bînin ew ê têbikoşin.