Li Egeyê binpêkirinên li ser jin û zarokan

Li gorî rapora ji aliyê Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ve hate parvekirin, li Herêma Egeyê di nava 4 mehan de nêzî 200 binpêkirinên mafê mirovan li hember jin û zarokan hatiye kirin.

Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora ku têkildarî binpêkirinên di 4 mehan de yên li herêma Egeyê pêk hatine, amade kiribû, bi daxuyaniyeke çapameniyê bi raya giştî re parve kir.

Endama Komîsyonê Ayşenûr Kîzaroglû, diyar kir ku rapor 12 bajaran digire nava xwe.

Kîzaroglû, destnîşan kir ku di dosyayên cînayet û destdirêjiya li dijî jinan de daxistina cezayan pêk tên û wiha got: “Bi taybetî di dozên destdirêjiyê ku zarok mexdûr bûne de faktora “rizayê” tê nîqaşkirin û berpirsên zilam bi destê darazê ya bêceza tên hiştin an jî cezayekî hindik li wan tê birîn. Li dijî vê yekê divê polîtîkayên wekheviya civakê yên mayînde bên hilberandin.”

Di berdewamê de Kîzaroglû, da zanîn ku di mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de li dijî zarok û jinan 197 binpêkirinên mafan pêk hatine û binpêkirinên ku pêk hatine wiha rêz kir: “28 jin hatin derpkirin, destdirêjî û tacîz li 7 jinan hat kirin, 28 jin ji ber çalakiyên xwe yên cînayetan hatin binçavkirin, di çalakiyan de tundî li 28 jinan hat kirin û hatin derpkirin. 5 zarokên keç hatin îstismarkirin. 14 întihar û mirinên bi guman pêk hatin. 27 cînayetên jinan pêk hatin. Fihûş li 21 jinan hat ferzkirin.”