Xweparastin xilasbûna ji faşîzmê ye!

Azadbûna jinê bi avakirina xweparastinê pêkan e. Jina ku ne xwedî xweparastinê ye mehkûmî mirinê ye. Xweparastin jî bîrewerî, vîn û rêxistiniyê dixwaze.

Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ji bo jinan pir taloke ye .Ev desthilat çi tiştê têkilî jinê hebin dijminatiya wê dike. Li dijî hemû nirxên azadî û demokrasiyê ku jinê bi têkoşînê ava kirine şerê dijî wê ragihandiye. Ev desthilata dijmina jinê bi polîtîkayên xwe yên zayendîparêz çanda tecawizê tim giran dike. Jinê, dike objeya hilberandin-mezaxtinê ya ku desthilata faşîst li ser piyan dihêle.

Ev polîtîkayên faşîst û nîjatperest ku desthilata faşîst li dijî jinê geş kiriye, ziyanê dide ser sirûşta jinê, avaniya bûyina wê xira dike. Faşîzm, nîjatperestî, milliyetgirî û dîngirî îdeolojiyên averê ne ku dijî sirûşta jinê ne û hilberînên mêrê serwer in. Pergala dewlet desthilatê heqîqeta jinê berevajî dike,jinê li gorî mêrê serwer, li gorî berjewendiya pergala serwer biteşe dike.

Li Tirkiyê bêhişiya ku jê weye aşiqê qatilê xwe ye, sersariya li bara her cure qirkirin û hovîtiyê şêt dike, tersisîna ziyanên mezin e ku di sirûşta jinê de hatiye afirandin. Desthilata faşîst a li Tirkiyê bi polîtîkayên xwe yên bi dijminatiya jinê û civakê pir ziyan daye avaniya polîtîk û exlaqî ya civakê. Zêdebûna kuştina jinan, tecawizên li ser zarokan encama erzoyana li raçînka civakî ye ku desthilata faşîst ava kiriye. Bi rengekî wiha ku mêr weke prototîpa dewleta faşîst  bi temamî kirine dijminê jinê. Desthilata faşîst îdeolojiya koledariyê ya pênc hezar salî weke hîndekariya sereke hîn bûye, hewl dide ku vê bi civakê jî bide qebûlkirin. Îdeolojiya koledariyê ku pirsa jinê kana xwe jê standiye, bi kultura tecawizê ya ku ava kiriye, kana sereke ye ku desthilat û faşîzm jê dixwe.

TJA'yê bi dirûşma ''em xwe diparêzin' kampanya da destpêkirin. Li dijî tundiya organîze ku faşîzm li dijî jinê geş kriiye, helbet mecbûriyeteke ku jin xwe biparêzin. Xweparastina jinê bi têkoşîna rêxistinî û yekbûyî ya jinê pêkan e. Weke têkoşîna parastina Peymana Stenbolê têkoşîna hevpar û yekbûyî ya jinan wê bike ku mirov ji faşîzmê xilas bibe. Faşîzma ku ketî pêvajoya hilweşandinê, bi şer, tecrîd û dagirkirinê bi zorê xwe li ser piyan digire, li bara têkoşîna yekbûyî ya jinan nikare xwe li ser piyan bigire.

Azadbûna jinê bi avakirina xweparastinê pêkan e. Jina ku ne xwedî xweparastinê ye mehkûmî mirinê ye. Xweparastin jî bîrewerî, vîn û rêxistiniyê dixwaze. Tevgera azadiya jinê li hemû qadên jiyanê divê xebatên bîrewerkirinê, rêxistiniyê, bixwebaweriyê, vîna gewherî bi biryardariyeke mezin û bi hezkirinê geş bike. Têkbirina faşîzmê hewcehiyeke jiyana bi azad, wekhev û birûmet e. Her ku têkoşîna azadiya jinê bi têkoşîna azadiya civakî re bibe yek bi ser dikeve û encamê distîne. Têkoşîna jinê ya ku ji hedefa azadiya civakî qut be, bi xwe sînordar be, nikare demeke dirêj li serpiyan bimîne û bi ser bikeve.

Li Tirkiyê heta ku faşîzma AKP-MHP'ê hilneweşe, ne pêkan ek u faşîzma rabûyî pêdarê hilweşe. Desthilata AKP-MHP'ê hewl dide avaniyke civakî ya bi dijminatiya jinê ya ku xwe spartiye mêr ava bike. Heke li Kurdistanê û Tirkiyê têkoşîna jinê bide ber xwe ku faşîzma AKP-MHP'ê hilweşîne, tecrida li Imrliyaê rake dikare pêşî li polîtîkayên qirkirina jinê bigire,bike ku jiyaneke azad û wekhev ava bibe.

Rêber Apo ku hÎndekariya şaristaniya demokratîk geş kirî, jin weke hêza sereke ya şaristaniya demokratîk pênase kiriye. Jina ku xwe azad kirî, rêgezên xwe diyar kirî û dayî jiyîn, weke pîvana jiyana azad, pîvana şaristaniya demokratîk danî. Heke mirov wê li heqîqetê bigere ew heqîqet rastiya jina azad e, bi vê gotinê li dijî şaristaniya serwer qaqibo kir. Ji ber vê qaqibokirina li şaristaniya serwer berdêla wê bi pergala êşkence û tecrîdê ya li Imraliyê dide.

Azadiya Rêber Apo, ji hêla Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ve, mîsogeriya jiyana azad û wekhev, ya Kurdistana xweser, azad û komara demokratîk e. Azadiya Rêber Apo wê dawî li pêvajoya şer a li Rojhilata Navîn bîne, bibe sedema zayina Rojhilata Navîn a demokratîk û azad.

Tê ber guhê me ku hin rêxistinên jin dibejin Rêber Apo ''mêr'' e û pir lê xwedî dernakevin. Mixabin ked û rola ramanî, felsefî, teorîk û pratîk a Rêber Apo a di têkoşîna azadiya jinê de, nirx û maneya wê têra xwe nayê dîtin. Ji bo jina ku her car temsîla heqî û dadê ye ev rewş mirov xemgîn dike. Jina Kurd ji bo tevgera azadiyê mijareke rexnedayinê ye.

Heke mirov bikaribe nerîna felsefî, îdeolojîk a Rêber Apo a li jinê, rola wî ya di bîrewerbûn û vînbûnê de, di rêxistinbûn û geşkirina xweparastinê de bi kûrahî bide fêhmkirin, ez bawer dikim ku ez nêzîkatiyên ne bi heqiyê wê nemînin. Heke rastiya Rêber Apo baş were fêhmkirin hemû jiên cîhanê wê azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe bibînin û têkoşîneke bêhempa bidin.